Li Hindistanê lehî: 10 kes mirin, 34 kes winda ne

Li wîlayeta Hîmaçal Pradeş a Hindistanê, ji ber barana zêde û lehîyê 10 kes mirin û 34 kes winda bûn.
Li gorî Navenda Operasyonên Awarte ya Dewletê (SEOC), di nav 24 saetan de 16 baranên dijwar û sê lehiyên ji nişka ve li welatê çêbûne, ji ber barana ku bi berdewamî dibarîya, zirarên mezin çêbûn.
Herêma herî zêde ku zirarê dîtîye navçeya Mandi bû, ku bi qasî 133 kîlometreyan li bakurê paytexta wîlayeta Shimla ye.
Di 24 saetên dawî de, li Mandiyê bi tevahî 10 kes mirin û 34 kes winda bûn. Pênc kes birîndar bûn û 12 kes jî asê man.
Rayedar dibêjin ku dibe ku hejmara miriyan di nav 24 seatan de zêde bibe, ji ber ku şansê saxmayîna kesên winda bi gelemperî kêm e.
Her wiha ji ber lehiyê projeyek santrala hîdroelektrîkê û pirek jî zirar dîtin.
Her wiha baran li gelek deveran bû sedema şemitîna erdê û lehîyê, û rê jî hatin girtin.
Rayedaran li herêmên tesîrdar operasyoneke lêgerîn û rizgarkirinê ya berfireh dan destpêkirin.
Tîman gotin ku bi tevahî 370 kes ji deverên tesîrdar hatine rizgarkirin.
Li gorî SEOC, di demsala barana mûsonê ya di navbera 20ê Hezîranê û 1ê Tîrmehê de li seranserê wîlayetê di bûyerên têkildarî hewayê de bi tevahî 51 kes mirin û 103 kes birîndar bûn.
Ziyana giştî ya li ser binesaziyê bi qasî 33 milyar dolarî tê texmînkirin.
Daîreya meteorolojiyê ya wîlayetê pêşbînî kir ku barana giran heta pir giran li seranserê wîlayetê heta 7ê Tîrmehê berdewam bike. Ji bo barana giran di vê heyamê de hişyariya porteqalî hatiye dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), şehîdkirina sê berxwedêrên ku bi pevguhertina êsîran a “Ji bo Wefayê Azadî” hatibûn serbesthiştin şermezar kir, bal kişand ku îşxalkeran wê nikaribin dengê berxwedanê qut bikin.
Fatma Muhaciranî got, "Tesîsên me yên nukleerî zirareke cîddî dîtine, lê hêna jî ji bo danûstandinan dîrokek nehatiye destnîşankirin. Dibe ku ev yek di demek nêzîk de çênebe."
Çavkanîyên tenduristîyê diyar kirin ku di êrîşên cuda yên li dijî Xezzeyê de ji serê sibehê heta niha 63 Filistînî şehîd bûne.
Li başûrrojavaya Japonyayê di mezinahîya 5,5an de erdhejek pêk hat.