Li gelek bajarên Emrîkayê ji bo piştgiriya Filistînê xwepêşandan hene
Xwepêşander li Washington, D.C., Chicago, Los Angeles, Dearborn û Providence ji bona ku êrîşên li ser Xezzeyê bi dawî bibin û rêveberiya Washingtonê piştgiriya xwe ya ji bo rejîma sîyonîst bi dawî bîne kom bûn.
Xwepêşandanên ji bo hevgirtina bi gelê Filistînê re di çarçoveya "Roja Çalakiya Neteweyî" de hatin lidarxistin. Xwepêşanderan daxwaza bidawîanîna komkujiya li Xezzeyê, bidawîanîna îşxalê û rawestandina piştgiriya leşkerî ya Emrîkayê ji bo rejîma sîyonîst kirin.
Li ber avahiya Capitolê xwepêşandana alîkariya leşkerî
Di xwepêşandanên li Chicago, Los Angeles, û Dearborn, Michiganê de, al û pankartên Filistînê yên ku daxwaza bidawîanîna îşxalê dikirin hatin hilgirtin, û peyamên piştgiriyê ji bo Filistînê bûn mijara sereke.
Li paytext Washingtonê, xwepêşander li ber avahiya Capitolê, ku Kongreya Emrîkayê lê ye, kom bûn. Beşdaran daxwaza rawestandina alîkariya leşkerî ya ji bo rejîma sîyonîst kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encama êrîşên hewayî û gulebaranê yên hêzên îşxalker ên sîyonîst li deverên cuda yên Xezzeyê de şeş Filistînî şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn.
Di êrîşekê li Balafirgeha Navneteweyî ya Qiral Xalid li Riyadê de, 12 kes hatin kuştin û 309 kes birîndar bûn. Koalîsyona ku piştgiriyê dide Konseya Serokatiyê ya li Yemenê ragihand ku ew ê li dijî êrîşê bersivê bide.
Tundiya polêsan û heqaretên nijadperestî yên li dijî zarokên ku di xwepêşandanên xwendekaran de li Fransayê hatine binçavkirin, bûne sedema nerazîbûnê. Keçeke 14 salî vegot ku çawa yek ji polêsan jê re gotiye, "Niha bêje 'Allahu Ekber'!" Şahidiyên ku di çapemeniya Fransayê de hatine weşandin, muameleya ku zarok di dema binçavkirinê de rastî wan tên dîsa anîne rojevê.