Li Emrîkayê êrîşa çekdarî: 2 kes mirin, gelek kes birîndar bûn
Di êrîşeke çekdarî de li bajarê Minneapolis ê Minnesota du kes hatin kuştin û çend kesên din, ku 2 ji wan polês bûn, birîndar bûn.
Rayedaran ragihandin ku li navenda bajarê Minneapolisê guleyek çekdarî çêbûye.
Li gorî agahiyan, di êrîşê de gelek kes, di nav wan de du polês jî hebûn, birîndar bûn. Derbarê rewşa polêsan an jî hejmara rastîn a birîndaran de ti agahî nehat dayîn.
Rayedarên polêsan piştre ragihandin ku yek ji birîndaran li cihê bûyerê û yek jî li nexweşxaneyê miriye.
Her wiha rayedaran diyar kirin ku kesê ku şibhe tê kirin ku êrîşkar e, hatiye kuştin.
Waliyê Minnesotayê Tim Walz jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ekîbên ewlehiyê yên wîlayet û herêmî şandine cihê bûyerê û pêşketin têne şopandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di şewata li restorantekê li başûrê Çînê de şeş kes mirin û sê kes birîndar bûn.
Dr. Husam Ebû Safîye, rêveberê Nexweşxaneya Kemal Adwan li Xezzeyê, ku ji Kanûna 2024an vir ve di destê rejîma îşxalker de esîr hatiye girtin, bi rêya parêzerê xwe îşkenceya ku wî kişandiye vegot.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku wan li Tengava Hurmuzê çekên nû yên Îranê ji holê rakirine û got ku ew amade ne ku careke din êrîşî Îranê bikin.