Li Emrîkayê helîkoptera nûçeyan ket xwarê: 3 mirî
Li bajara Los Angeles a Emrîkayê, helîkoptereke nûçeyan a ku ji bo qezaya otobûsekî bişopîne firîyabû ket xwarê, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Departmana Îtfaîyeyê ya Los Angelesê ve hat belavkirin qeza, li herêma Chatsworth a Los Angelesê qewimî.
Hat îfadekirin ku helîkopter ketîye herêmekî ku ji bo otoparqê tê bikaranîtin. Ji ber şewata ku derket jî 4 wesayît û 2 qonteynirên depoyê zirarê dîtin.
Ekîbên îtfaîyeyê midexeleyê bûyerê kirin û agirê vemirandin.
Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de 3 kes canê xwe ji dest dane û ji wan yek li derve bûye, kesekî jî birîndar bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Medyaya sîyonîstan îddîa kir ku rêveberiya Tel Avîvê ew ê bi Erebistana Siûdî re li dijî Tevgera Ensarullah a li Yemenê di warê leşkerî û îstîxbaratî de hevkariyê bike. Her wiha hat îddîakirin ku civînek veşartî, bi navbeynkariya Emrîkayê, li Elmanyayê pêk hatiye.
Artêşa Îranê, ji bo astengkirina tolhildana Îranê ya li dijî Urdunê di navbera 60-70 heban de patrîot û ji 12an zêdetir fuzeya pêşgirtina THAADê bikaranît. Di êrîşê de nêzê 20 heb fuzeyên balîstîkî hatin bikaranîtin û hinek unsurên leşkerî yên Emrîkayê jî zerarê dîtin.
Ensarullahê li Yemenê, diyar kir ku artêşa Siûdî di nav 24 saetan de, bi balafirên “F15” û “Typhoon” 52 êrîşên asîmanî li dijî Yemenê li dar xistin.