Ensarullah: Balafirên herbê yên Siûdî li seranserê Yemenê 52 êrîşên asîmanî li dar xistin
Ensarullahê li Yemenê, diyar kir ku artêşa Siûdî di nav 24 saetan de, bi balafirên “F15” û “Typhoon” 52 êrîşên asîmanî li dijî Yemenê li dar xistin.
Berdevkê Ensarullah Tûxgeneral Yahya Serî, destnîşan kir ku Erebistana Siûdî bi balafiran êrîşê Yemenê kirîye.
Serî ragihand ku balafirên F15 û Typhoon ji baregehên hewayê yên li bajara Taîfê rabûne û dûre êrîş pêk anîtine.
Hat ragihandin ku di êrîşê de bajar û bajarokên El-Cevf, El-Beyda, Sada û Amranê hatine hedefgirtin.
Yahya Serî diyar kir ku ew ê van êrîşan “bê bersiv nemînin” û dibe ku Ensarullah li dijî Erebistana Siûdî zêdetir tolhildanê bike.
Xeyn ji van agahîyan El-Mesîre TV jî ragihand ku di êrîşên li dijî herêmên Zubab û Makbeneyê de jî 2 jê zarok 3 sîvîl canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajara Los Angeles a Emrîkayê, helîkoptereke nûçeyan a ku ji bo qezaya otobûsekî bişopîne firîyabû ket xwarê, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.
Artêşa Îranê, ji bo astengkirina tolhildana Îranê ya li dijî Urdunê di navbera 60-70 heban de patrîot û ji 12an zêdetir fuzeya pêşgirtina THAADê bikaranît. Di êrîşê de nêzê 20 heb fuzeyên balîstîkî hatin bikaranîtin û hinek unsurên leşkerî yên Emrîkayê jî zerarê dîtin.
Balafira Boeing 737 ji ber pirsgirêkeke teknîkî li Îranê daketineke lezgîn kir.