Li Efxenistanê hezaz: 20 xanî xera bûn

Li bajara Bedexşana Efxenistanê hezaz pêk hat, di encamê de 20 xanî hilweşîyan.
Li wîlayeta Bedexşana bakurê Efxenistanê hezazek pêk hat, hat îfadekirin ku di encamê de herî kêm 20 xanî hilweşîyan û gelek kes jî bêmal man.
Midûrê Bajar ê Sazîya Bireveberîya Afaeta Tebiî Mewlewî Muhammed Ekrem Ekberî, di daxuyanîya ku da de îfade kir ku li gundê Toghbaiya ku girêdayê navçeya Argoya wîlayeta Bedexşanê ye hezaz pêk hat.
Ekberî, ragihand ku di encama hezazê de herî kêm 20 xanî hilweşîyan û gelek kes jî bêmal man.
Rayedar, îfade kir ku di bûyeran de tu kes birîndar nebû.
Hat îfadekirin ku gundî ji cîhên ewle re hatin tehlîyekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Cîhada Îslamî li Filistînê êrîşa îşxalkerên sîyonîst ên li ser "Keştiya Azadiyê", ku ji bo şikandina dorpêça Xezzeyê ber bi şikandina rê ve çû, bi balafirên bêmirov wekî heqareteke eşkere ya li rûmeta mirovan û delîleke nû ya bikaranîna birçîbûnê wekî çekek di şerê qirkirinê yê li dijî gelê Xezzeyê de bi nav kir.
Tevgera Hamasê êrîşa ku ji teref îşxalkerên sîyonîst ve bi dronan li ser Keştiya Azadiyê, ku ji bo gihandina alîkariya mirovî bo Xezzeyê di avên navneteweyî de bi rê ket, doh êvarê pêk anî, wekî terorîzma dewletê ya rêxistinkirî û korsaniya li deryayên vekirî bi nav kir.
Li peravên Şîlî û Arjantînê di mezinahîya 7,4an de erdhejek pêk hat.
Ebdulmelîk el-Hûsî Serokê Tevgera Ensarullah diyar kir ku Emrîkaya îşxalker di êrîşên xwe yên li ser Yemenê de têk çûye û tekez kir ku vekişîna keştiyên balafiran ên Emrîkayê ji herêmê paşvekişandinek li ber berxwedanê ye.