Li Bangladeşê şewata febrîqeyê: 16 mirî

Li Bangladeşê di depoya kîmya û cil û bergan de şewat derket, di encamê de 16 kes mirin.
Bûyer, li Dakkaya paytexta Bangladeşê pêk hat, di encamê de herî kêm 16 kes mirin.
Çapemenîya mehellî destnîşan kir ku şewat ji qata sêyemîn dest pê kirîye û bi midexeleyeke mezin hat vemirandin.
Hat destnîşankirin ji ber ku di febrîqeyê de maddeyên talûke wek toza çamasîrsuyu, plastîk û hîdrojen peroksît hebûye kontrolkirina şewatê gelek zehmet bûye.
Rayedarek îtfaîyeyê diyar kir dibe ku hejmarê mirîyan zêde bibe.
Hat ragihandin ku hêj sedema derketina şewatê nayê zanîn û derheqê bûyerê de ji teref wezîfedayên ewlehîyê ve daxuyanîyek nehat belavkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Swat a Pakistanê, ji ber ketina qamyonekê ji zinaran ket, 15 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro li ser destûrdayîna Serokê Emrîkayê Donald Trump ji bo CIAyê ku li Venezuelayê bixebite bi beheneya "têkoşîna li dijî maddeyên hişber" bertek nîşan da û got, "Ji guhertinên rejîmê û darbeyên ji hêla CIAyê ve tên piştgirîkirin re na!"
HAMASê diyar kir ku wan hemû êsîrên zindî û cenaze yên ku wan dîtine teslîm kirine, lê ji bo cenazeyên mayî jî amûrên taybet hewce dikin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Xezzeyê sivîl û xebatkarên alîkariyê yên ku hewl didin vegerin malên xwe, ji ber teqemeniyên neteqiyayî di talûkeyeke mezin de ne.