Li Îranê êrîş li polês hat kirin: 1 mirî 3 birîndar
Li wîlayetaên Sîstan û Belucistana Îranê êrîşên çekdarî hatin kirin, di encamê de polêsek canê xwe ji dest da, sê polês jî birîndar bûn.
Bûyer, li ser rêya mezin a navçeya Îranşehr a wîlayetên Sîstan û Belucistanê ya ku li başûrrojhilata Îranê ye qewimî.
Li gorî ajansa nûçeya nîvfermî ya Îranê li ser rêya mezin a navçeya Îranşehrê li dijî polêsên ku li ser wezîfeya xwe bûn ji teref mirov ên ku nasnameyên wan nayên zanîn ve bi çekan êrîş hat lidarxistin.
Di êrîşê de polêsek canê xwe ji dest da, 3 polês jî birîndar bûn.
Polês, ji bo mirovên ku êrîşa çekdarî bikaranîtine werin qefaltin operasyon da destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa hewayî ya balafirên Erebistana Siûdî ya li ser bajarê bendera Muha yê Yemenê de şeş kes hatin kuştin û heşt kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di êrîşên hêzên îşxalker de hejmara şehîdan gihîştiye 73 hezar û 919 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 977 kesan. Di 24 saetên dawî de 5 Filistînî şehîd bûn û 25 jî birîndar bûn.
Rejîma sîyonîst îşxalkerî û çalakiyên xwe yên leşkerî li Quneytre, Dera û gundewarên Şamê li başûrê Sûrîyeyê didomîne. Di demên dawî de, hêzek ji nêzîkî 10 wesayîtan derbasî gundewarên Quneytre bûn, xalek kontrolê danîn û di heman demê de top û çekên giran avêtin ser wargehên rojavayê Derayê.