Ji êsîrên Fîlîstînî re di zindanê de îşkence tê kirin: Herî kêm 6 şehîd

Hat destnîşankirin ku li dijî êsîrên Fîlîstînî ên ku di zindanên rejîma îşxalekarn de dimînin ji ber şîddet û îşkenceyan herî kêm 6 kes şehîd bûn.
Mûcahîdên Filistînî, li gorî îslam û qûralên însaniyetê bi êsîrên siyonîstan re mûamele kirin û vê yekê jî nîşanê dinyayê dan.
Êsîrên siyonîstan jî bi xwe gotin ku di dema ku em êsîrê destê HAMASê bûn, li me baş mêze kirin û hetanî ku emrê me hebe em ê mînettarê wan bin û em ê vê qencîtiya wan ji bîr nekin û bi vî şeklê ji medyayê re îtîrafan dabûn.
Rejîma terorîst siyonîst, tu carî di warê binpêkirina heqê êsîran de qaîde û qûralan nasnekirîye û wê nasneke jî. Êsîrên Filistînî di zindanên siyonîstan de rastî gelek mûameleyên xirap tênê.
Piştî operasyona Tofana Eqsayê, êsîrên Filistînî gelek şîddet, îşkence, darbeyên giran û îşkenceyên ku nayên tehemmûlkirin li êsîrên Filistînê kirin.
Ji rojnameyên siyonîstan Haaretz eşkere kir ku ji destpêka herbê û hetanî niha 6 êsîrên Filistînî di zindanên îşxalê de hatine şehîdkirin
Li gor medyaya Xezzeyê, li ser cesedên du şehîdên ku di nav zindanên îşxalkeran de bi îşkenceyan şehîd bûne de nîşanên îşkenceyên giran hene. Hat gotin ku hestiyê sîngên şehîdan jî şikîyane û di histî û serê wan de nîşanên îşkenceyên giran heye.
Cemiyeta Êsîrên Filistînê eşkere kirin ku di zindanên siyonîstan de îşkence, şîddet, darbeyên giran, birçîbûn, heqaret, îhmalên tibbî, tacîz û tehdît tên kirin.
Di zindanên îşxalê de , hetanî niha zêdetirî 200 zarok û 78 pîrek bi temametî bi sedan kes di zindanên siyonîstan de ne û lazimatîya wan ji midexeleya lezgîn re heye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Balafireke ambulansê ya biçûk ku şeş kes tê de bûn, dema ku ji navenda Şîlî ber bi bakurê wî welatî ve diçû, ket xwarê, lê nehat ragihandin ku kesek sax filitî ye.
Baskê leşkerî yê HAMASê, Tugayên Îzzeddîn el-Qessam ragihand ku wan doh di operasyonên li Refahê de du yekîneyên artêşa îşxalker hedef girtine û di encamê de 19 leşker mirine û birîndar bûne.
OCHA ragihand ku çeteyên Cihûyan di sê hefteyên dawî de 13 caran êrîşî Filistînîyên li Şerîaya Rojava kirine, çar Filistînî birîndar bûne, du malbat bi zorê ji cihên xwe hatine derxistin û pênc zarok jî hatine revandin.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 760an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 119 hezar û 264 kesan.