Ji Yemen û Xezzeyê ji axên îşxalkirî re fuze hatin avêtin

Piştî avêtina fuzeyê ji Yemenê, li hemû bajar û bajarokên axa Filistînê ya îşxalkirî sîrenên êrîşa hewayî hatin lêxistin, her wiha Tûgayên Qessam jî hinek deverên niştecihbûnê bi mûşekan hedef girtin.
Di daxuyaniyekê de ji teref artêşa îşxalker ve hat destnîşankirin ku mûşekek ku ji Yemenê hatiye avêtin hatiye tespîtkirin û sîstema Arrow hewl daye ku mûşeka Yemenê asteng bike.
Radyoya artêşa sîyonîst ragihand ku piştî ku mûşek ji Yemenê hat avêtin, qada hewayî bi awayekî demkî hat girtin.
Tê ragihandin ku ji dema nûbûna şerên li Şerîda Xezzeyê berî zêdetirî sê meh û nîvan, zêdetirî 53 mûşekên balîstîkî ji Yemenê ber bi Tel Avîvê ve hatine avêtin.
Artêşa îşxalker her wiha ragihand ku pergalên wê yên parastina asmanî hewl dan ku du roketan îro ji başûrê Xezzeyê hatine avêtin asteng bikin.
Di vê çarçoveyê de, Tûgayên Qessam daxuyaniyek dan û gotin, "Me ji herêma ku wesayîtên dijmin lê bûn, li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xezzeyê, bi mûşekên celebê "Q20" bi tundî wargehên "Nir Yitzhak" û "Mefta ḥ im" bombebaran kirin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çavkanîyên tenduristîyê diyar kirin ku di êrîşên cuda yên li dijî Xezzeyê de ji serê sibehê heta niha 63 Filistînî şehîd bûne.
Li başûrrojavaya Japonyayê di mezinahîya 5,5an de erdhejek pêk hat.
Êrîşên wehşanî yên rejima sîyonîst ên li ser Xezzeyê bênavber berdewam dike. Di nav 24 seatên dawîn de di encama êrîşên hewa û bejahîyê de 116 kes şehîd bûn. Di êrîşan de bi taybetî herêmên sîvîlan hatin hedefgirtin û noqteyên alîkarîya însanî hatin hedefgirtin.
Li bajara Hamaya Sûrîyeyê tankerekî sotemenîyê şewitî û dûre teqîya, di encamê de gelek kesan canê xwe ji dest dan.