Ji komên Filistînî di roja 1000emîn de peyam: Bangek ji bo yekîtî û berxwedanê
Komên berxwedana Filistînî bi minasebeta 1000emîn roja êrîşên qirkirinê yên ku ji teref rejîma sîyonîst ve li Xezzeyê têne kirin, daxuyaniyek hevbeş weşandin. Di daxuyaniyê de tekezî li ser pêwîstiya yekîtiya di navbera Filistîniyan de, xurtkirina berxwedanê û garantîkirina ku biryarên derbarê pêşeroja Xezzeyê de bi tenê ji teref Filistîniyan ve têne dayîn, hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên li ser Xezzeyê, ku 1000 roj in berdewam dikin, bûne sedema wêraniyeke mezin û karesateke mirovî ya giran, û rejîma sîyonîst digel êrîşên xwe yên leşkerî yên dijwar jî negihîştiye armancên xwe yên diyarkirî. Komên berxwedanê diyar kirin ku planên ji bo koçberkirina bi zorê ya gelê Filistînê û sepandina ferzkirinên nû li ser erdê bi ser neketin.
Di daxuyaniya hevbeş de hat tekez kirin ku têkoşîna gelê Filistînê li dijî îşxala sîyonîst ji sala 1948an vir ve bênavber berdewam dike û polîtîkayên îşxalkirin, dorpêçkirin û wargehên ku li Xezzeyê, Şerîaya Rojava û Qudsê têne meşandin ji sedemên bingehîn ên pevçûna heyî ne.
Komên berxwedanê bal kişandin ser mafê rewa yê berxwedana gelê Filistînê û bang li Filistîniyên ku li Şerîaya Rojava, Quds û axên sala 1948an dijîn kirin ku têkoşîna xwe li dijî projeyên îşxalkirin û bicihkirinê yên dagirkeriyê xurttir bikin.
Di daxuyaniyê de her wiha hate tekez kirin ku destwerdana derve di pêşeroja Şerîda Xezzeyê de nayê qebûlkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêvebirina Xezzeyê bi tenê meseleyeke navxweyî ya gelê Filistînê ye û daxwaza avakirina komîteyeke teknokratîk a bilez û destpêkirina diyalogeke neteweyî ya berfireh a Filistînê ji bo ji nû ve avakirina saziyên neteweyî hate kirin.
Komên berxwedanê her wiha bang li welatên erebî û îslamî kirin ku ji bo rawestandina êrîşên li ser Xezzeyê, zêdekirina piştgiriya fermî û gel ji bo doza Filistînê û redkirina gavên ber bi normalîzekirina têkiliyên bi rejîma sîyonîst re, destpêşxeriyên sîyasî yên tesîrdar bigirin.
Di dawiya daxuyaniya hevbeş de hat destnîşankirin ku qurbaniyên Filistîniyên ku li Xezzeyê, Şerîaya Rojava û axên Filistînî yên îşxalkirî şehîd bûne, ew ê ji bo nifşên pêşerojê jî îlhamê bidin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Komîteya Hilbijartina Meclîsa Gel a Sûrîyeyê, navê 70 endamên konseya zêde ya sêyemîn a ku bi biryarnameya serokkomarîyê hatine tayînkirin daxuyand û bi vê şeklê Meclîsa ku ew ê bi 210 endaman rûniştina ewil a ku di 6ê Tîrmehê de were lidarxistin temam bû.
Rayedarên Efxenî li wîlayeta Helmandê li başûrê welat dest bi avakirina sê navendên tenduristiyê yên nû kirine.
Cihûyên sîyonîst, di bin parastina polêsên îşxalker de, êrîşî hewşên Mizgefta Eqsayê kirin û rêûresmên Talmûdî pêk anîn.