Li Mescîd-Eqsayê dabeşkirina demkî û mekanî kûrtir dibe
Cihûyên sîyonîst, di bin parastina polêsên îşxalker de, êrîşî hewşên Mizgefta Eqsayê kirin û rêûresmên Talmûdî pêk anîn.
Rejîma sîyonîst, ku nêzîkî 1000 roj in li Xezzeyê qirkirinê pêk tîne bêyî ku rastî cezayên tesîrdar ên civaka navneteweyî were, êrîşên xwe yên sîstematîk li Qudsa îşxalkirî didomîne.
Hat ragihandin ku Cihûyan di dema serdegirtinan de li hewşan rêûresmên dînî yên provokatîf pêk anîne.
Êrîşên li ser Mescîda Eqsayê, ku bi salan e li Rojhilatê Qudsê ya îşxalkirî berdewam dikin, di nav nêzîkî 1000 rojên dawî de dijwartir û birêxistintir bûne.
Saziyên Filistînî diyar dikin ku rejîma sîyonîst bi van pêkanînan armanc dike ku statuya dîrokî û yasayî ya Mescîda Eqsayê bi bandor biguherîne û cihê pîroz hem ji hêla demkî ve hem jî ji hêla mekanîkî ve parçe bike.
Di vê çarçoveyê de, her çend destûr tê dayîn ku Cihû di demên diyarkirî de bi komî bikevin Mizgefta Eqsayê jî, li ser îbadetên Misilmanan gelek sînorkirin têne danîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Qeterê ragihand ku di danûstandinên nerasterast ên li Dohayê di navbera Emrîka û Îranê de hatine lidarxistin, pêşketin çêbûye.
Xezze, di pêvajoya dorpêç û êrîşa ku gihîştîye 1000 rojî de tenê herêma qetlîamek û qirkirinek nîne, ew ji erdnigarîyeke felaketê ya ku sîstema tenduristîyê hilweşîyaye, binesazî hatîye tunekirin, birçîbûnî belav bûye û bingeha demografîk hatîye guhertin re vegerîyaye. Bêtesîrbûna sîstema navneteweyî jî krîzê kûrtir kirîye.
Li bakurrojhilata Taylandê, şofêrekî ciwan bi qamyonetê li ser 8 keşeyên Budîstan derbas bû û wan kuşt, 13 kes jî birîndar bûn.