Efxenistan dest bi avakirina 3 navendên tenduristiyê yên nû kiriye
Rayedarên Efxenî li wîlayeta Helmandê li başûrê welat dest bi avakirina sê navendên tenduristiyê yên nû kirine.
Wezareta Tenduristiyê ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku avakirina sê navendên tenduristiyê yên nû li wîlayeta Helmandê li başûr dest pê kiriye, wekî beşek ji hewildanên berfirehkirina gihîştina xizmetên tenduristiyê yên bingehîn li herêma ku ji şer tesîrdar bûye.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, projeyên ku bi tevahî nirxê wan 72 milyon Efxenî ye (zêdetirî 1.13 milyon dolarê Amerîkî), ew ê xizmetê ji niştecihên navçeyên Nad Alî, Grişk û Sangîn re bikin.
Tê texmînkirin ku ev pêşveçûn gihîştina lênihêrîna tenduristiyê ji bo bi hezaran niştecihên ku li derdora van deveran dijîn bi girîngî baştir bike.
Hikûmeta Efxenistanê armanc dike ku li her navçeyek welat herî kêm tesîseke tenduristiyê ava bike. Hikûmet hewl dide ku pergala tenduristiya giştî ya welatekî ku hêna jî ji îşxalkirina dehsalan xelas dibe, xurt bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Komîteya Hilbijartina Meclîsa Gel a Sûrîyeyê, navê 70 endamên konseya zêde ya sêyemîn a ku bi biryarnameya serokkomarîyê hatine tayînkirin daxuyand û bi vê şeklê Meclîsa ku ew ê bi 210 endaman rûniştina ewil a ku di 6ê Tîrmehê de were lidarxistin temam bû.
Komên berxwedana Filistînî bi minasebeta 1000emîn roja êrîşên qirkirinê yên ku ji teref rejîma sîyonîst ve li Xezzeyê têne kirin, daxuyaniyek hevbeş weşandin. Di daxuyaniyê de tekezî li ser pêwîstiya yekîtiya di navbera Filistîniyan de, xurtkirina berxwedanê û garantîkirina ku biryarên derbarê pêşeroja Xezzeyê de bi tenê ji teref Filistîniyan ve têne dayîn, hat kirin.
Cihûyên sîyonîst, di bin parastina polêsên îşxalker de, êrîşî hewşên Mizgefta Eqsayê kirin û rêûresmên Talmûdî pêk anîn.