Ji Hîzbullahê peyamek zelal: Em ê çekên xwe teslîmê sîyonîstan nekin

Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Libnanê Naîm Qasim dereheqê zextên bêçekkirinê ya li Libnanê de axivî û hem ji sîyonîstan re hem jî ji Emrîkayê re meydan xwar. Qasim, “Emê teslîm nebin, dev ji pêximkerîyên xwe bernedin”.
Sekreterê Hîzbûllahê Lubnanê Naîm Qasimê ku di bernameya Mûherremê de li Beyrûtê axivî û daxuyanîyên mûhîm da, Emrîka û sîyonîstan tehdît kir.
Qasim weha got: “Emê tu carî çekên xwe nedin rejîma terorê. Emê teslîm nebin. Emê her tim xof û tirsa xwe di dilê wan de dewam bikin. Em tu carî serî natewînin.”
Qasim vê daxuyanîyê piştî teklîf û xeberên ku bila temamî çek û cebilxaneyan di bin qontrola hukûmeta Lubnanê de be daxuyanî da. Ev yek balan kişand.
Temsîlkarê Xusûsî yê Sûrîyeyê yê Emrîkayê Tom Barrack di hefteyên berê de teklîfek li hukûmeta Lubnanê kiribû ku bila hukûmeta Lubnanê temamî mesûliyet û qontrola hêzên bi çek bigre destê xwe. Hîzbûllahê Lubnanê vê pêşnîyarê red kiribû.
Qasim, êrîşên rejîma terorê li dijî Lubnanê jî bibîrxist û got ku digel agirbesta 27ê Mijdarê dîsa jî rejîma siyonîst êrîşên xwe yên hovane dewam dike. Rejîma siyonîst 3 hezar û 700 caran agirbestê îxlal kirîye. Zêdetirî 200 sîvîl hatine şehîdkirin û bi sedan kes jî birîndar bûne. Rejîma siyonîst ne tenê ji bo Lubnanê ji bo Filistîn, Urdun, Sûrîye û Misirê jî tehdîdeke pir mezin e. Ev rejîm hew tenê êrîşê me muslumanan nake êrîşê cihûyî, xiristîyan û temamî însanan dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 130an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 135 hezar û 173 kesan.
Cihûyîyên sîyonîstên îşxalker, li gundê Arab el-Melîhaya bakurê A’rîhayê bi zorê dest danîn li ser malekî û 60 mêşinan jî dizîn. Di dema êrîşa ku di bin parastina leşkerên îşxalkeran de hat kirin de ji bo gelê gund jî qedexeya derketina derveyê derve anît.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), şehîdkirina sê berxwedêrên ku bi pevguhertina êsîran a “Ji bo Wefayê Azadî” hatibûn serbesthiştin şermezar kir, bal kişand ku îşxalkeran wê nikaribin dengê berxwedanê qut bikin.