Ji ber şerê Yemenê 112 hezar kes ji cihên xwe bûne
Ji ber şerê li Yemenê, 112.000 kes di nav welat de aware bûne û bi hezaran kes jî revîyane Cîbûtiyê.
Li gorî Rêxistina Penaberan a Navneteweyî, ji ber zêdebûna pevçûnan ku dibin sedema koçberiyê penaberên Yemenî gihîştine Cîbûtîyê.
Li gorî ajansa koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî, di du hefteyên dawî de ji ber şer û pevçûnên berdewam û nûbûyî yên li perava rojavayê Yemenê herî kêm 112 hezar kes ji cih û warên xwe bûne, ku nêzîkî 3 hezar kes bi rêya deryayê reviyan Cîbûtiyê.
Sandrine Desamours, nûnera Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), bi rêya vîdyoyekê ji Cîbûtîyê li Cenevreyê bi rojnamevanan re axivî û got ku ji ber zêdebûna tundûtûjiyê bêtir malbat neçar mane ku birevin, di nav kêmtirî hefteyekê de nêzîkî 3.000 kes Kendava Adenê derbas kirine û gihîştine Cîbûtîyê li Qiloçê Efrîqayê.
Desamours diyar kir, "Hikûmeta Cîbûtyayê ji bo hatina heta 10.000 penaberan amadekariyan dike, ku ev yek ew ê barekî giran li ser xizmetên tenduristî û perwerdehiyê yên welat çêbike." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li seranserê Kubayê ji ber qutbûna ceryanê, ceryan qut bû.
Wezareta Ragihandin a Îraqê, daxuyand ku herêmên qedexe ya sehaya hewayê ya welat ji seferên sîvîl re hatine vekirin.
Li bajara Dêrezor a rojhilata Sûrîyeyê di depoya cebilxaneyê de ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqînek çêbû.