Ji Îrlandayê gaveke dîrokî: Qedexekirina berhemên ji deverên îşxalkirî

Hikûmeta Îrlandayê pêşnûmeyek pejirand ku tê de qedexeya hatina berhemên ku ji wargehên sîyonîst ên li Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilat tên îtxalkirin heye, û ev yek Îrlanda dike yekem welatê Ewropayê ku bi fermî vê gavê diavêje.
Hikûmeta Îrlandayê biryareke girîng îmze kir ji bona ku têkiliyên aborî yên bi wargehên sîyonîst ên ku bi îxlalkirina qanûnên navneteweyî hatine avakirin re sînordar bike.
Bi pêşnûmeqanûna ku hatiye qebûlkirin, îtxalkirina kelûpelan ji wargehên li axên Filistînî yên îşxalkirî li Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilat dê were qedexekirin.
Çavkaniyên fermî ragihandin ku bi vê biryarê re, Îrlanda bû yekem welatê Yekîtiya Ewropayê ku li dijî berhemên ji herêmên îşxalkirî tên, cezayên qanûnî ferz kir.
Qanûn wekî helwestek li ser bingeha hiqûqa navneteweyî li dijî polîtîkayên îşxalê hate hesibandin û ji hêla parêzvanên mafên mirovan ve jî hate pêşwazîkirin.
Li Îrlandayê, rêxistinên civaka sîvîl û parlamenteran demek dirêj e ku daxwaza avêtina gavan di vî warî de dikin, û tekez dikin ku berhemên ji wargehên sîyonîst di şert û mercên neexlaqî de têne hilberandin û mafên bingehîn ên gelê Filistînê îxlal dikin.
Qanûna nû dê qedexe bike ku berhemên çandiniyê û kelûpelên din ên bazirganî yên li deverên dagirkirî têne hilberandin bikevin bazara Îrlandayê, û dê cezayên giran ji bo şîrket û îtxalkarên ku li gorî qanûnê tevnagerin werin birîn.
Ev gav ji bo welatên din ên Ewropayê wekî mînakek tê dîtin. Çalakvanên alîgirê Filistînê û rêxistinên mafên mirovan hêvî dikin ku ev gava Îrlandayê li welatên din ên Ewropayê jî belav bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşeke bi wesayîteke bombebarkirî de li parêzgeha Xayber Paktûnxwa ya Pakistanê 13 kes hatin kuştin û 29 kes jî birîndar bûn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 56 hezar û 412an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 133 hezar û 54 kesan.
Tûgayên Qessam ên baskê leşkerî yê Hamasê ragihand ku wan bi mûşekên dijî-tank ên "Yasin 105" li çar wesayîtên zirxî yên avahîsaziyê yên aîdî artêşa îşxalker xistine û di wesayîtan de agir derketiye.
Pitikê bi navê Hanî, ku dema ew tenê çar mehî bû, mala wî di êrîşa sîyonîstan de li Xezzeyê wêran bû, lingê wî qut bû û laşê wî bi şarapnelê tijî bû. Dayika wî ji bona ku pitika wê nemire daxwaza tahliyekirina tenduristî ya bilez dike.