Ji Îngilistanê ji bo Muhammed el-Dayf “Qedexeya seyehatê (!)” anî

Îngilistana ku ji qetlîam û qirqirina li Xezzeyê a ji teref sîyonîstên ve tê kirin, bi biryara ku derheqê Muhammed Dayf de girtîye bûye henekê ber devê milletê.
Rojavaya ku parastina mafdarîya însanîyetê dike, ji qetlîama li Xezzeyê re kor û kerr dibe û bêdengmayînê tercîh dike, ew destekê didin qetlîaman, neheqîyên xwe yên li ser berxwedêrên ku axên xwe û mafên xwe diparêzin didomînin.
Fransa, biryar girt ku ew dest danîne li ser mal û milkê Mesulê Xezzeyê Yehya Sînwar û Muhammed Dayfê Serfermandarê Tûgayên Îzzeddîn el Qessam, di heman demê de Îngilistan jî ji Muhammed el-Dayf re qedexeya seyehatê anît. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ebdulmelîk Hûsî, rêberê "Ensarullah" a Yemenê, ragihand ku Emrîka û rejîma îşxalker di warê çareserkirina pirsgirêka leşkerî ya Yemenê de têk çûne, û tekez kir ku pêşanîya wan piştgirîkirina gelê Filistînî li Xezzeyê ye.
Balafireke ambulansê ya biçûk ku şeş kes tê de bûn, dema ku ji navenda Şîlî ber bi bakurê wî welatî ve diçû, ket xwarê, lê nehat ragihandin ku kesek sax filitî ye.
Baskê leşkerî yê HAMASê, Tugayên Îzzeddîn el-Qessam ragihand ku wan doh di operasyonên li Refahê de du yekîneyên artêşa îşxalker hedef girtine û di encamê de 19 leşker mirine û birîndar bûne.
OCHA ragihand ku çeteyên Cihûyan di sê hefteyên dawî de 13 caran êrîşî Filistînîyên li Şerîaya Rojava kirine, çar Filistînî birîndar bûne, du malbat bi zorê ji cihên xwe hatine derxistin û pênc zarok jî hatine revandin.