Hişyariya vîrusa Nîla Rojava li Yewnanistanê: 46 rewşên nû, 3 mirin
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiya Giştî ya Neteweyî ya Yewnanîstanê, di navbera 11 û 17ê Îlonê de 46 bûyerên nû yên vîrusa Nîla Rojava hatine qeydkirin. Ji destpêka salê ve hejmara giştî ya bûyeran li welêt gihîştiye 370an û hejmara mirinên ji ber vîrusê gihîştiye 33yan.
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiya Giştî ya Neteweyî ya Yewnanîstanê (EODY), di navbera 11 û 17ê Îlonê de 46 bûyerên nû yên vîrusa Nîla Rojava li welêt hatine qeydkirin.
Li gorî daneyên herî dawî, ji destpêka sala 2026an heta 17ê Îlonê hejmara bûyerên vîrusa Nîla Rojava yên li Yewnanîstanê hatine tespîtkirin gihîştiye 370î.
Herwiha hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest didin jî zêde bûye.
Bi mirina sê kesên din di hefteya borî de, hejmara giştî ya mirinan ji destpêka salê ve gihîştiye 33 kesan.
Profesor Gikas Mayorkinis, Profesorê Hîjyen û Epîdemîolojiyê li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Neteweyî ya Atîna û Kapodistrias, hişyarî da ku germahiya bilind û demsala germ a dirêj dibe ku bibe sedema bandora domdar a vîrusa Nîla Rojava li ser tenduristiya giştî.
Mayorkinis diyar kir ku çûkên koçber, û her weha qijik, qelebask û qelareşk jî dikarin di belavbûna vîrusê de rolek bilîzin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Qudsê, 458 sîyonîst di roja duyemîn a cejna bi navê "Yom Kippur" de, di bin parastina tund a hêzên îşxalker de, ketin hewşa Mescîda Eqsayê.
Efxenistanê li seranserê welat bernameyeke derzîkirina felcê ku armanc dike 12.7 milyon zarok fêde bibînin da destpêkirin.
Hêzên îşxalker ên sîyonîst ber bi herêma ku nêzîkî gundê Resm el-Helebiyê li navenda gundewarê Quneytreyê ye ve pêşve çûn.