Hikûmeta Xezzeyê: Piştî agirbestê tenê 173 qamyonên alîkariyê gihîştine herêmê

Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku ji dema destpêkirina agirbestê ve tenê 173 qamyonên alîkariyê derbasî Xezzeyê bûne, û ev mîqdar ji bo pêdiviyên bingehîn ên herêmê jî têrê nake.
Îsmaîl el-Sawabîte, Midûrê Ofîsa Çapemeniyê ya Hikûmeta Xezzeyê, piştî agirbesta ku di 10ê Cotmehê de saet di 12:00an de piştî du salan êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst ket meriyetê, derbarê rewşa dawî ya li herêmê de agahî parve kir.
Sevabite got, "Ji dema ku agirbest ketiye meriyetê, tenê 173 qamyonên alîkariya mirovî derbasî Xezzeyê bûne. Sê ji van qamyonan boriyên gaza pijandinê û şeş jî sotemeniya dîzelê hildigirin. Yên din mîqdarên sînorkirî yên xwarin, pêdiviyên jiyanê yên bingehîn û hin alavên bijîşkî dihewînin. Ev alîkarî ji temînkirina pêdiviyên herî kêm ên Xezzeyê jî dûr e."
Sevabite got ku mîqdara alîkariya ku digihîje Xezzeyê "dilopek di nav du salên wêraniyê de ye", û her wiha got ku hikûmet bi baldarî pêvajo, celeb û mekanîzmaya belavkirina alîkariyê dinirxîne.
Sevabite diyar kir ku rejîma îxalker sînordarkirinan li ser derbasbûnên sînor didomîne, û got ku binesazî û rêyên ku ji ber êrîşan zirar dîtine, gihandina alîkariyan bo herêmên bakur û başûr dijwar dike.
Sevabite diyar kir ku armanca sereke ya hikûmetê ew e ku ewlehî were garantikirin, pêdiviyên xwarin, tenduristî û stargehê werin dabînkirin, û dû re jî xizmetên giştî ji nû ve werin aktîfkirin.
Sevabite bi bîr xist ku nêzîkî 288.000 malbat bêmal mane û diyar kir ku hikûmet ji bo avakirina stargehan, ji nû ve destpêkirina xizmetguzariyên av, elektrîk, kanalîzasyon û paqijiyê û gava şert û mercên guncaw pêk werin, hêdî hêdî ji nû ve destpêkirina çalakiyên perwerdehiyê dixebite. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Swat a Pakistanê, ji ber ketina qamyonekê ji zinaran ket, 15 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro li ser destûrdayîna Serokê Emrîkayê Donald Trump ji bo CIAyê ku li Venezuelayê bixebite bi beheneya "têkoşîna li dijî maddeyên hişber" bertek nîşan da û got, "Ji guhertinên rejîmê û darbeyên ji hêla CIAyê ve tên piştgirîkirin re na!"
HAMASê diyar kir ku wan hemû êsîrên zindî û cenaze yên ku wan dîtine teslîm kirine, lê ji bo cenazeyên mayî jî amûrên taybet hewce dikin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Xezzeyê sivîl û xebatkarên alîkariyê yên ku hewl didin vegerin malên xwe, ji ber teqemeniyên neteqiyayî di talûkeyeke mezin de ne.