HAMAS: Îşxalker dixwazin bi nûçeyên derew me ziîf bikin

Serokê Daîreya Sîyasî ya Mesulê Têkilîyên Derve yê HAMASê Samî Ebû Zuhrî, got ku rejima îşxalker dixwaze ku bi xeberên derew berxwedanê ziîf bike û sûcên xwe yên li dijî Xezzeyê veşêr bide.
Ebû Zuhrîyê ku ji El-Eqsa TVyê re axivî, bal kişand ku îddîayên ku bihesaba ew ê HAMASê li hember serbestberdana 9 êsîran dê du mehan agirbestê bike bi temamî derew in.
Ebû Zuhrî, destnîşan kir ku HAMASê ew ê îşxalkeran serbest bernede çîmkî bibiryar in ku ew ê êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê heta dawîyê bidomînin. Encax, ji bona serbestberdana hemû êsîran divê rejima îşxalker bi tevî garantîyên navneteweyî herbê bide sekinandin.
Serokê HAMASê, daxuyand ku ew bi serbestberdana welatîyê Emrîkayê Îdan Aleksanderê nîyeta xwe ya baş nîşan dane encax Emrîka vê gavê naxwaze ku bibîne.
Ebû Zuhrî destnîşan kir ku ew ji hêzê berxwedan û operasyonên wî bibawer in, di warê cebilxane û çekan de her çiqas jî ne qasî îşxalkeran be ew ê micadeleya xwe bidomîne.
Ofîsa serokwezîrê qaşo yê rejima sîyonîst Binyamîn Netenyahu, îfade kir ku ekîba mizakereyê li Dohayê firsedan nirxand û dixebite ku herbê bi bi plana Temsîlkarê Emrîkayê Stephan Witkoffê an jî bi rêyên dinê dawî bike.
Encax, Netenyahu dixwaze ku hemû êsîr bêne serbestberdan, Hamas ji Xezzeyê bê derxistin û herêm ji herêmekî bêçek re bê veguhertin.
HAMASê jî li hember serbestberdana hemû êsîran dixaze ku bila rejima îşxalker ji Xezzeyê vekişe û herêm ji nû ve bê lêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşên îşxalkeran de li Şerîaya Rojava ya Filistînê ya ku hatiye îşxalkirin du Filistînî birîndar bûn, çeteyên Cihûyan jî li Geliyê El Uyun ê li bakur êrîşî cotkarên Filistînî kirin û berhemên wan wêran kirin.
Zarokê Filistînî Mihemed Huseyîn Akîlan ku di êrîşa rejîma sîyonîst de li bajarê Deyr el-Belah bi giranî birîndar bû, îro danê sibê şehîd bû. Bi şehadeta Mihemedê biçûk, malbat bi hemû endamên xwe hate tunekirin û bi tevahî ji qeydên nifûsê yên Filistînê hate jêbirin.
Serokê lijneya mizakereya HAMASê Xelîl el Hayye, li ser telefonê bi Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de, mizakereyên agirbesta li Xezzeyê û geşedanên sîyasî yên dawîn ên li herêmê hatin bidestxistin.
Li Xezzeyê êrîşên rejima îşxalker bênavber berdewam dikin. Di êrîşên dawîn de 7 Filistînî şehîd bûn, bi dehan Filistînî jî birîndar bûn.