HAMAS: Xwîna şehîdan wê li erdê nemîne

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), şehîdkirina sê berxwedêrên ku bi pevguhertina êsîran a “Ji bo Wefayê Azadî” hatibûn serbesthiştin şermezar kir, bal kişand ku îşxalkeran wê nikaribin dengê berxwedanê qut bikin.
Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku Mehdî Şawer, Eymen Ebû Dawûd û Bessam Ebû Senîneyê ku di sala 2011an de di çarçoveya “Ji bo Wefayê Azadî” hatibûn serbestberdan û ji Xezzeyê re hatibûn sirgûnkirin ji teref îşxalkeran ve li Xezzeyê bi sûîqestekî rasterast hatin şehîdkirin.
Di daxuyanîyê de weha hat îfadekirin:
“Şehîdên me rûmeta gelê me ne. Van êrîşên namerdî yên rejima îşxalker, ew ê nikaribe îradeya gelê me bişkîne. Dijminê ku bi sûîqestên ewakî dixwaze pêşevanên berxwedanê ji holê rake, bes tenê têkçûna xwe zîdetir îfşa dike.”
HAMASê, îfade kir ku van sûîqestên rejima îşxalker parçeyek xebata, “Tesfîyekirina nîşanên berxwedanê û şikandina hêvîya azadîya gelê Filistînê” ye.
“Xwîna şehîdên me wê beredayî li erdê neherike. Berxwedan, ew ê meşandina rêya wan bidomîne, û micadeleya xwe ya bi temamî ji holê rakirina îşxalê jî berdewam bike. Bedêla wî çi dibe bila bibe.”
Xeyn ji vêya HAMASê bang li civaka navneteweyî û sazîyên mafên însanan jî kir û weha got:
“Divê êdî civaka navneteweyî, rêxistinên mafên însanan û cîhana azad ev bêdengîya xwe xera bike. Li hember sûcên îşxalê ku her roj bikartîne gavên rastîn bêne avêtin, êrîşên wî bêne sekinandin û ev rejim bê darezandin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 130an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 135 hezar û 173 kesan.
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Libnanê Naîm Qasim dereheqê zextên bêçekkirinê ya li Libnanê de axivî û hem ji sîyonîstan re hem jî ji Emrîkayê re meydan xwar. Qasim, “Emê teslîm nebin, dev ji pêximkerîyên xwe bernedin”.
Cihûyîyên sîyonîstên îşxalker, li gundê Arab el-Melîhaya bakurê A’rîhayê bi zorê dest danîn li ser malekî û 60 mêşinan jî dizîn. Di dema êrîşa ku di bin parastina leşkerên îşxalkeran de hat kirin de ji bo gelê gund jî qedexeya derketina derveyê derve anît.