HAMAS: Rejîma sîyonîst ji bo çêkirina tevliheviyê li Xezzeyê polêsan hedef digre
Hamasê diyar kir ku êrîşên rejîma sîyonîst li ser hêzên ewlehiyê li Xezzeyê armanc dikin ku pergala civakî têk bibin û kaosê ewlehiyê biafirînin. Tevgerê hedefgirtina Rêvebirê Lêpirsînê yê Polêsê Xan Yûnisê wekî "sûcekî rezîl" bi nav kir.
Hamasê êrîşên berdewam ên rejîma sîyonîst li ser hêzên polêsan li zîvala Xezzeyê bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniya ku ji aliyê tevgerê ve hatiye belavkirin de hatiye gotin ku dagirker bi awayekî sîstematîk hêzên ewlehiyê hedef digirin û ev polîtîkayek e ku armanc dike aramiya civakî têk bibe.
Di daxuyaniya xwe de, Hamasê êrîşa li ser serokê lêpirsînên polêsan li Xan Yûnisê wekî "sûcekî rezîl" bi nav kir û destnîşan kir ku rejîma sîyonîst bi taybetî saziyên berpirsiyar ên ewlehî û aramiya giştî hedef digire.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca êrîşan ew e ku li Xezzeyê valahiyek ewlehiyê biafirînin, kaosek civakî belav bikin û rê li ber gihandina xizmetguzariyên bingehîn ji gel bigirin.
Tevgerê diyar kir ku tevî hemû zehmetiyan jî, hewl hene ku hewldanên ji bo vegerandina jiyana normal li Xezzeyê têk bibin.
Hamasê her wiha ragihand ku ji dema ku peymana agirbestê ya dawî ketiye meriyetê ve, zêdetirî 850 Filistînî di encama êrîşên rejîma sîyonîst de şehîd bûne.
Tevgerê bang li civaka navneteweyî, welatên navbeynkar û aliyên garantorê agirbestê kir ku ji bo rawestandina êrîşên rejîma siyonîst bi lez mudaxele bikin.
Di daxuyaniyê de ji bo gelê Filistînê parastina navneteweyî û bênavber gihandina alîkariyên mirovî hat xwestin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Xwepêşander li Washington, D.C., Chicago, Los Angeles, Dearborn û Providence ji bona ku êrîşên li ser Xezzeyê bi dawî bibin û rêveberiya Washingtonê piştgiriya xwe ya ji bo rejîma sîyonîst bi dawî bîne kom bûn.
Di encama êrîşên hewayî û gulebaranê yên hêzên îşxalker ên sîyonîst li deverên cuda yên Xezzeyê de şeş Filistînî şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn.
Di êrîşekê li Balafirgeha Navneteweyî ya Qiral Xalid li Riyadê de, 12 kes hatin kuştin û 309 kes birîndar bûn. Koalîsyona ku piştgiriyê dide Konseya Serokatiyê ya li Yemenê ragihand ku ew ê li dijî êrîşê bersivê bide.
Tundiya polêsan û heqaretên nijadperestî yên li dijî zarokên ku di xwepêşandanên xwendekaran de li Fransayê hatine binçavkirin, bûne sedema nerazîbûnê. Keçeke 14 salî vegot ku çawa yek ji polêsan jê re gotiye, "Niha bêje 'Allahu Ekber'!" Şahidiyên ku di çapemeniya Fransayê de hatine weşandin, muameleya ku zarok di dema binçavkirinê de rastî wan tên dîsa anîne rojevê.