HAMAS: Darvekirinên îşxalkeran ew ê bersiva berxwedanê zêde bikin
Hamasê diyar kir ku darvekirina ku vê dawiyê ji aliyê îşxalkerên siyonîst ve li bajarokê Ram ê bakurê Qudsê pêk hat, ew ê îradeya gelê Filistînê neşkîne û got, "Bela ku îşxalker ew ê bide wê girantir bibe."
Hamasê diyar kir ku îdamên ku ji aliyê îşxalkerên siyonîst ve li dijî Filistîniyan li qadê pêk tên, her roj digihîjin astên talûketir.
Di daxuyaniya ku ji hêla tevgerê ve hatî weşandin de hat gotin ku Zekeriya Elî Muhammed Qadisê 44 salî di êrîşeke îşxalkerên sîyonîst de li bajarokê Ram ê bakurê Qudsê şehîd bû.
Di daxuyaniyê de tekez li ser wê yekê hat kirin ku sûcên ku ji aliyê îşxalkeran ve hatine kirin ew ê îradeya berxwedana gelê Filistînê neşkînin û ev êrîş wê "bedela ku îşxalekr ew ê bide zêde bikin". (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Xwepêşander li Washington, D.C., Chicago, Los Angeles, Dearborn û Providence ji bona ku êrîşên li ser Xezzeyê bi dawî bibin û rêveberiya Washingtonê piştgiriya xwe ya ji bo rejîma sîyonîst bi dawî bîne kom bûn.
Di encama êrîşên hewayî û gulebaranê yên hêzên îşxalker ên sîyonîst li deverên cuda yên Xezzeyê de şeş Filistînî şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn.
Di êrîşekê li Balafirgeha Navneteweyî ya Qiral Xalid li Riyadê de, 12 kes hatin kuştin û 309 kes birîndar bûn. Koalîsyona ku piştgiriyê dide Konseya Serokatiyê ya li Yemenê ragihand ku ew ê li dijî êrîşê bersivê bide.
Tundiya polêsan û heqaretên nijadperestî yên li dijî zarokên ku di xwepêşandanên xwendekaran de li Fransayê hatine binçavkirin, bûne sedema nerazîbûnê. Keçeke 14 salî vegot ku çawa yek ji polêsan jê re gotiye, "Niha bêje 'Allahu Ekber'!" Şahidiyên ku di çapemeniya Fransayê de hatine weşandin, muameleya ku zarok di dema binçavkirinê de rastî wan tên dîsa anîne rojevê.