HAMASê, du cenazeyê sîyonîstên dinê jî teslîmê Xaça Sor kir

Tûgayên Qessam, li başûrê Xezzeyê du cenazeyên dinê yên êsîrên sîyonîst teslîmî Xaça Sor kir. HAMASê di çavçoveya peymana agirbestê de heta niha 20 êsîran sax, 15 êsîran jî bi mirîkî teslîm kir.
Ofîsa serokwezîrtîya rejima sîyonîst ras kir ku Tel Avîvê bi navbeynkarîya Xaça Sor cenazeya du êsîran teslîm girtîye.
Tûgayên Qessam destnîşan kir ku cenaze li gorî seatên Qudsê di seat 21.00an de hatine teslîmkirin.
Tevger berê jî îfade kiribû ku teslîmkirina cenazeya êsîran gelek zehmet e ji ber wêranîya bajêr û kêmasîya amûran, ji ber vê yekê dibe ku wexta teslîmkirina êsîran dirêj be. Hat îfadekirin ku îşxalkeran nahêlin ku amûrên hewce bikeve nav bajêr û ev jî dibe sedema derengmayînê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li peravên bajara Mahdîaya Tunusê keleka ku koçber di nav de bûn bin av bû, di encamê de zarok û pitik jî di nav de herî kêm 40 kesan canê xwe ji dest dan.
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, daxuyand hejmarê şehîdên ku di encama êrîşên rejima îşxalker a ku ji Cotmeha 2023yan vir ve bikartîne de şehîd bûne derketîye 68 hezar û 234 kesan, hejmarê birîndaran jî gihîşt 170 hezar û 373 kesan.
Walîtîya Qudsê daxuyand ku kolandinên ku hêzên îşxalker li derdorê Mescîdî Eqsayê bikartînin, binesazîya avayîyên îslamî û dîrokî yên li herêmê tehdîd dike.
Hêzên îşxalker, li gelek bajar û deverên Şerîaya Rojavayê êrîşan pêk anît û avêtin ser malan, di encamê de 45 Filistînîyan desteser kirin, 32 aktîvîstên biyanî yên ku piştgirîyê didan berhevkirina zeytûnan jî dersînor kirin.