Generalê Îranî hişyarî da Emrîkayê: Em ê li baregehên we yên li Ewrûpayê jî bixin
Di rewşa her êrîşeke nû de, hêzên çekdar ên Îranê tehdîd dikin ku ew ê baregehên Amerîkî yên nêzîk û dûr, hetta li Ewrûpayê jî, bikin hedef.
Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, Muhsîn Rizayî, ji qenala medyaya Lubnanî ya El Mayadeen re axivî.
Rizayî merhaleyek nû ya pevçûnê û rêkeftinên herêmî û dîplomatîk destnîşan kir, û tekez kir ku hevpeymaniya Emrîka-rejîma îşaxlker ew ê di hemû aliyan de "şikestinek giran" bibîne.
Rizayî, bal kişand ser serdestiya rêveberiya berevaniyê û şiyanên meydanî yên Îranê û got, "Ger Amerîkî di êrîşekê de cesaret bikin ku xeletiyek bikin, em ê bi baregehên nêzîk razî nebin; em ê baregehên Amerîkî yên li herêmên dûr jî bikin hedef."
Rizayî cewherê peyama hişyariya rasterast a Îranê bi van gotinan rave kir: "Ez behsa baregehên leşkerî yên Amerîkî dikim ku li deverên dûr in û me heta niha êrîşî wan nekiriye. Dibe ku em hinek giravên ku ew bawer dikin mûşekên me nikarin bigihîjin wan bikin hedef. Dibe ku em hinek baregehên leşkerî yên Amerîkî yên li welatên Ewrûpî jî bikin hedef. Ger balafirên Amerîkî ji wir rabin û werin Îranê bombebaran bikin, em ê êrîşî wê baregehê jî bikin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Iraqî Amir Ebdulcebar Îsmaîl ragihand ku di Şîrketa Giştî ya Rêyên Hesinî yên Iraqê de gendeliyeke mezin hatiye tespîtkirin.
Serîyyeyên Qudsê ragihandin ku li rojhilatê kampa penaberan a Bureij a li Xezzeyê bi hêzeke milîs a ku ji aliyê artêşa sîyonîst ve tê piştgirîkirin re şer kirine û di encamê de kuştî û birîndar hene.
Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalîbaf, di daxuyaniyekê de derbarê Tengava Hurmuzê de peyamek da û îfade kir Tengava Hurmuzê ji rewşa xwe ya berî şer re venagere.