Gelê Îranê, zefera li hember îşxalê pîroz dike

Gelê Îranê li Tehrana paytext, zefera ku li hember êrîşên rejima îşxalker û Emrîkayê hatîye bidestxistin pîroz dikin.
Gelê ku di Meydana Înqilabê de hatin cem hev, piştgirîyên xwe yên ji berxwedanê re û sekina wan a wek stûnê li hember tehdîdên derve anî ziman.
Li Tehranê deng û dirûşmên wek “Em gelê xedîr in, zilletê qebûl nakin” û “Ji zilmê şerm dikin” hatin bihîstandin, û di meydanê de al û posterên Îmam Xumeynî û Ayetullah Alî Xameneî û Îranê hatin daleqandin.
Di xwepêşandanên ku ji her emrî wek zarok, pîrek û îxtîyar beşdarî bûn de, xwepêşandêran peyamên ku bi destan hatine nivîsandin wek, “Em ê heta dawîyê ber xwe bidin”, “Emrîka ortaxê hemû sûcên rejima sîyonîst e”, “Ji aştîya ku hatîye zextkirin re na, ji aştîya mayînde re erê” û “Lebbeyk ya Xamaneî” jî hatin barkirin.
Gel dirûşmên wek, “Lihevhatin tine, Ji Emrîkayê re di herbê de teslîmbûn Tine”, “Ji Emrîkayê re mirin” û “Ji îsraîla ku zarokan dikuje re mirin” jî dihatin gotin.
Gelê ku ji Hêzên Çekdarî re piştgirîya xwe kirin qîrînî, bal li ser yekîtîya netewî ya welat kişandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tehranê ji Emrîkayê xwest ku zirarên êrîşan tezmîn bike.
3 sîxûrên Mossadê ku hatin tespîtkirin bi rejima îşxalker re di nav têkilîyê de ne hatin îdamkirin.
Di qetlîama rejima îşxalker a ku li navenda belavkirina qaşo ya bi piştgirîya Emrîkayê hatîye vekirin de, hejmarê şehîdan gihaştîye 516 kesan.