Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê bi Rûsyayê re li pey hevkariya leşkerî ye
Şandeyeke pilebilind ji Wezareta Parastinê ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê beşdarî tetbîqata leşkerî ya Navenda-2026 a ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye organîzekirin bû, pergalên çekên nûjen lêkolîn kir û bi nûnerên leşkerî yên welatên cûda re civiya.
Armancên Kabîlê pêşxistina hevkariya leşkerî ya teknîkî bi Moskowê re, garantîkirina parastina çek û wesayîtên heyî yên çêkirî yên Rûsyayê û bidestxistina ezmûnê di perwerdeyê de ne.
Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê hevkariya xwe bi Rûsyayê re ji bo zêdekirina şiyanên xwe yên leşkerî û zêdekirina tevlêbûna xwe ya leşkerî ya navneteweyî didomîne. Şandeyek payebilind ji Wezareta Parastinê ya Efxenistanê çavdêriya tetbîqata leşkerî ya stratejîk a Navenda-2026 kir.
Li gorî Wezareta Parastinê ya Efxenistanê, şande ji aliyê Mewlewî Nasîbullah Madanî, Fermandarê Fermandariya Perwerdehiya Leşkerî ya Hevbeş a Abdullah bin Mesûd ve hate birêvebirin. Di serdanê de, ku li ser vexwendina fermî ya Rûsyayê pêk hat, şandeyê merhaleyên cûda yên tetbîqatê temaşe kir û pêşangeha alavên leşkerî ziyaret kir.
Di dtetbîqetê de wesayîtên hewayî yên bêmirov û pergalên çekên nûjen hatin lêkolînkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tundiya polêsan û heqaretên nijadperestî yên li dijî zarokên ku di xwepêşandanên xwendekaran de li Fransayê hatine binçavkirin, bûne sedema nerazîbûnê. Keçeke 14 salî vegot ku çawa yek ji polêsan jê re gotiye, "Niha bêje 'Allahu Ekber'!" Şahidiyên ku di çapemeniya Fransayê de hatine weşandin, muameleya ku zarok di dema binçavkirinê de rastî wan tên dîsa anîne rojevê.
Li gorî raporên ewil, di êrîşa hewayî ya Rûsyayê ku li ser bajarê Zaporîjyayê bi bombeyên arastekirî hatiye kirin de, heşt kes mirine û diwanzdeh kes jî birîndar bûne.
Rojek piştî weşandina rapora lêpirsînê ya piştî şewata du santralên ceryanê li Morîtanyayê, Serokwezîr Mokhtar Ould Ajai îstifaya hikûmeta xwe pêşkêşî Serokkomar Muhammed Ould Ghazwani kir.