Emrîka amadekarîya êrîşek nû dike li ser Îranê: Tê îddîakirin CENTCOMê emir daye
Hate gotin ku Wezareta Şer a Emrîkayê ji CENTCOMê xwestiye ku amadekariyên êrîşeke nû ya muhtemel li ser Îranê temam bike, û ev êrîş dikarin beriya hilbijartinên her du welatan pêk werin.
Li gorî Axios, ku çavkaniyên nêzîkî mijarê ne, Wezareta Şer a Emrîkayê ferman daye Fermandariya Navendî ya Emrîkayê (CENTCOM) ku amadekariyên ji bo êrîşên berdewam ên li dijî Îranê temam bike.
Her çend di rêwerzê de demek ji bo êrîşên potansiyel ên CENTCOMê nehatiye destnîşankirin jî, hate îddîakirin ku Serokê Emrîkayê Donald Trump hêna jî li ser wextê difikire.
Çavkaniyên Amerîkî û sîyonîst destnîşan kirin ku êrîş dikarin beriya hilbijartinên navîn ên Emrîkayê yên 3yê Mijdarê û hilbijartinên îsraîlê yên 27ê Cotmehê pêk werin.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku ger êrîş li dijî Îranê berdewam bikin, dibe ku êrîşên mezin li dijî binesaziya enerjiyê û hedefên nukleerî yên Îranê werin kirin.
Karbidestekî Qesra Spî ji Axios re got, "Emrîka di warê kontrolkirina Tengava Hurmuzê de di rewşeke bihêz de ye, û aboriya Îranê hildiweşe. Îranê derbeyek mezin xwariye, û tişt ew ê an bi rêya hêsan an jî bi rêya dijwar biçin. Trump hemû kart di destê xwe de digire û ew ê tiştê ku ji bo Emrîkayê çêtirîn be bike." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan û Serokkomarê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di çarçoveya Lûtkeya Dewletên Serbixwe yên CIS û Xezar de li Tirkmenistanê civiyan.
Li bakurê Efxenistanê polêsek, di nav ambûlansekî de maddeyên hişber bidestxist.
Weqfa Êtîman li Bangladeşê ji bo ku perwerdehiyek çêtir û jîngehek jiyanek ewle ji zarokên êtîm re peyda bike, Kompleksa Êtîmanan amade dike.