El Mesîre TV: Emrîka, mecbur ma û li ber Yemenê çok danî

El Mesîre TV ku çapemenîya Ensarullahê berxwedana Yemenê ye, bal kişand ku peymana bi Emrîkayê re hatîye îmzekirin zefera berxwedanê ye û di berdewamê de nirxandinên Endamê Konseya Sîyasîya Bilind Muhammed Alî el-Husî da weşanê.
El Mesîre TV, peymana agirbesta di navbera Emrîka û Ensarullahê de ku bi navbeynkarîya Ummanê hatîye îmzekirin şîrove kir.
Li gorî Televîzyonê, “Trump, xwest ku têkçûna xwe veşêr bide lê bêhna têkçûna wan belavê hemû kesan bû; Nexwe Emrîkayê serê xwe li ber berxwedanê tewand û di peymanê de derbas dibe ku ew ê berxwedan tenê sîyonîstan hedef bigre, ev jî nîşan dide ku navbera Emrîka û rejima sîyonîst vebûye. Ji ber vê yekê ev jî ji bo berxwedanê zeferekî ye.”
Husî: “Ev, tê vê maneyê ku Emrîkayê piştgirîya xwe ya ji rejima sîyonîst re dide qut kirîye û neserfirazîya Netenyahuyê ye.”
TV, bal kişand ku peymana agirbestê, “Bi zelalî nîşan dide ku Washington li hember zextên Yemenê gav li paşve avêtîye.”
Husî weha got:
“Operasyonên ku Yemenê li dar dixe, ji bona ku alîkarî bikevin nav Xezzeyê û êrîşa li wê derê bê sekinandin e, ev jî parçeyekî desteka ku ji Xezzeyê re tê dayîn e û hêna jî wisa ye.
Birêz Serok (Abdulmelîk Bedreddîn El Husî) di meha Remezanê de qasî çar rojan qewl dabû û hêzên çekdar ê Yemenê, di daxuyanîya xwe de jî îfade kiribû ku operasyonên li dijî keştîyên herbê yên Emrîkayê têne kirin, ji ber êrîşdarîya Emrîkayê û desteka wî ya ji êrîşên Xezzeyê re ye.
Îlankirina sekinandina êrîşên li dijî Yemenê ya Trumpê ew ê di sehayê de bê nirxandin. Ev tê vê maneyê ku desteka Emrîkayê ya ji rejima sîyonîst re qut bûye û neserfirazîya Netenyahuyê ye; divê Netenyahu îstîfa bike.”
“Ev geşedanî, dijminê sîyonîst bêparastin hişt”
El Mesîre TV, di dawîya nûçeyê de vê şîroveyê kir:
“Operasyonên Yemenê yên li Behra Sor, tenê rejima sîyonîstan hedef digirt. Encax di meha Adarê de Emrîka bi pêlekî êrîşa nû dexlê meseleyê bû, li ser vêya jî Ensarullah Emrîkayê jî xist nav lîsteya hedefê. Yemenê, bi hedefgirtina keştîyên balafiran û keştîyên herbê Washingtonê reht dikir û trafîka behrê ya Emrîkayê asteng kir. Li ser vêya Trump jî gav paşve avêt, û li hember sekinandina operasyonên Yemenê yên li Behra Sor, daxuyand ku ew ê Emrîka dawî li êrîşên xwe bîne. Ev geşedanî, sîyonîstê dijmin bêparastin hişt û nîşan da ku Yemen navberîyê xistîye nav Emrîka û rejima dijmin. Rejima sîyonîst jî daxuyanîyên Trumpê wek “gelek şaşwazî” nirxand.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 810an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 119 hezar û 473 kesan.
Di van rojên dawîn de li ser hîsabên medayaya civakî bangên “Vê Havînê Coca-Cola û Pepsîyê Boykot Bikin” zêde bûne. Komên aktîvîstî, bi armanca piştgirîya li hember qirkirina li Xezzeyê pêşnîyar dikin ku bila van hilberînan bêne boykotkirin.
Komîteya Rakirina Ji Holê ya Cudahîya Nîjadî ya Neteweyên Yekbûyî, daxuyand ku ji ber dawîbûna stokên xwarinê, hilweşîna binesazîyê û êrîşên leşkerî yên li Xezzeyê sîvîl, bi xela, nexweşîn û mirinên ji nişkav de re rûbirû mane.
Li bajara Koyeşta wîlayeta Luristanê mirovekî ji bona ku xerabûna di bîrê de çêbûye temîr bike ket nav bîrê û dûre 7 xizmên wî jî li pey wî ketin nav bîrê, hat îfadekirin ku mirovan ji ber kêmasîya oksîjenê canê xwe ji dest dane. Û mirovên ku canê xwe ji dest dane jî xizmên hev in.