NY: Li Xezzeyê birçîbûnî, nexweşîn û mirinên komî li ber derî ne

Komîteya Rakirina Ji Holê ya Cudahîya Nîjadî ya Neteweyên Yekbûyî, daxuyand ku ji ber dawîbûna stokên xwarinê, hilweşîna binesazîyê û êrîşên leşkerî yên li Xezzeyê sîvîl, bi xela, nexweşîn û mirinên ji nişkav de re rûbirû mane.
Komîteya Rakirina Ji Holê ya Cudahîya Nîjadî ya Neteweyên Yekbûyî, li bajara Cenevreya Swêdê rûniştina xwe ya 115mîn li darxist, piştî rûniştinê daxuyanîyek parve kir, Komîte di daxuyanîya xwe de bal kişand li ser felaketa însanî ya li Xezzeyê û banga alîkarîyê kir. Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku bi taybetî jîyana zarok, pîrek, îxtîyar û mirovên astengdar di bin talûkeyê de ne.
Komîte îfade kir ku ji meha Adarê vir ve rejima îşxalker êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê zêdetir kirîye sîvîlên li wê derê jî ber bi felaketekî mezin ve têne meşandin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku mitbexên herî dawîn ên alîkarîyan jî ji ber tinebûna xwarinê hatin girtin, hat îfadekirin ku divê bi lez û bez alîkarîyên însanî ji Xezzeyê re werin gihandin.
Komîte, îfade kir ku divê li hember karên sîyonîstan ên ku ne li gorî hiqûqa navneteweyî ne mekanîzmayên çalakîya acîl û hişyarîya zû bikeve merîyetê, bang hat kirin ku bila hemû muameleyên rejima îşxalker ên astengkirina alîkarîyan jî bêne dawîkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 810an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 119 hezar û 473 kesan.
Di van rojên dawîn de li ser hîsabên medayaya civakî bangên “Vê Havînê Coca-Cola û Pepsîyê Boykot Bikin” zêde bûne. Komên aktîvîstî, bi armanca piştgirîya li hember qirkirina li Xezzeyê pêşnîyar dikin ku bila van hilberînan bêne boykotkirin.
Li bajara Koyeşta wîlayeta Luristanê mirovekî ji bona ku xerabûna di bîrê de çêbûye temîr bike ket nav bîrê û dûre 7 xizmên wî jî li pey wî ketin nav bîrê, hat îfadekirin ku mirovan ji ber kêmasîya oksîjenê canê xwe ji dest dane. Û mirovên ku canê xwe ji dest dane jî xizmên hev in.