Efxenistanê ji bo zêdetirî 12 milyon zarokan bernameyeke vakslêdanê da destpêkirin
Efxenistanê li seranserê welat bernameyeke derzîkirina felcê ku armanc dike 12.7 milyon zarok fêde bibînin da destpêkirin.
Wezareta Tenduristiya Giştî ya Efxenistanê li seranserê welat kampanyayeke derzîkirina felcê ku armanc dike 12.7 milyon zarokên di bin pênc salî de li dijî vîrusa felcê vakslêdan bike da destpêkirin
Li gorî daxuyaniyek ji wezaretê, kampanyaya ku ew ê ji Duşemê heta Pêncşemê û heta Înê li parêzgehên başûr bidome, wê dozên vakslêdana felcê ya devkî wekî beşek ji hewldanên berdewam ji bo jiholêrakirina vê nexweşiya lawazker belav bike.
Berdevkê Wezaretê Şerefat Zaman Amerxîl bang li rûspiyên eşîran, rêberên dini û dêûbavan kir ku ji bo serkeftina kampanyayê bi tevahî bi xebatkarên tenduristiyê re hevkariyê bikin.
Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, heta 13ê Îlonê, 25 bûyerên piştrastkirî yên vîrusa polîyoyê ya kovî ya celeb 1 (WPV1) li Efxenistanê hatine qeydkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiya Giştî ya Neteweyî ya Yewnanîstanê, di navbera 11 û 17ê Îlonê de 46 bûyerên nû yên vîrusa Nîla Rojava hatine qeydkirin. Ji destpêka salê ve hejmara giştî ya bûyeran li welêt gihîştiye 370an û hejmara mirinên ji ber vîrusê gihîştiye 33yan.
Li Qudsê, 458 sîyonîst di roja duyemîn a cejna bi navê "Yom Kippur" de, di bin parastina tund a hêzên îşxalker de, ketin hewşa Mescîda Eqsayê.
Hêzên îşxalker ên sîyonîst ber bi herêma ku nêzîkî gundê Resm el-Helebiyê li navenda gundewarê Quneytreyê ye ve pêşve çûn.