Di zindanên îşxalkeran de 7 hezar û 800 Fîlîstînî hene

Qlûba Êsîrên Fîlîstînan, destnîşan kir ku di zindanên rejîma îşxalkeran de bi tevî 2 hezar û 873 “girtîyan îdarî” 7 hezar û 800 Fîlîstînîyên êsîr hene.
Di daxuyanîya ku ji teref Qlûbê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku heta meha Mijdara borî di zindanan de 7 hezar û 800 Fîlîstînî hebûne.
Hat îfadekirin ku di navbera êsîran de 33 jê pîrek, 166 jê zarok û 2 hezar û 873 “girtîyên îdarî” hene, “Berîya 7ê Cotmehê sîyonîstên îşxalker 37 jê pîrek, 180 jê zarok û 1.319 ‘girtîyên îdarî’ tev de 5 hezar û 250 Fîlîstînîyan desteser kir.”
Hejmarê girtîyên Fîlîstînî ên ku piştî 7ê Cotmehê hatibûn desteserkirin jî 3 hezar û 580 kes in. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 760an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 119 hezar û 264 kesan.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li bakur-rojhilatê Nîjeryayê zêdetirî 600 hezar zarok di bin talûkeya birçîbûnîyê de ne.
Wekîlê Serokwezîrê Pakistanê û Wezîrê Derve Îshak Dar ragihand ku piştî êrîşa Hindistanê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan şevê bi wî re telefon kiriye û hevxemiya xwe ya ji bo Pakistanê anî ziman.
Ji ber bombebarana firokeyên şer ên rejîma sîyonîst li xwaringehek û bazarek li navçeya El-Rîmal a rojavayê bajarê Xezzeyê, herî kêm 32 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.