Di xeta Îran û Emrîkayê de êrîş û tolhildanin hember
Piştî ku Pasdarên Şoreşa Îranê di 17ê Mijdarê de bi balafirên bêmirov radara leşkerî ya Emrîkayê li Behreynê hedef girt, balafirên şer ên Emrîkayê li Girava Qeşmê ya li Tengava Hurmuzê cihê avêtina mûşekan ê Pasdarên Şoreşê bombebaran kir.
Rêveberiya Behreynê û Fermandariya Navendî ya Emrîkayê (CENTCOM) ragihand ku êrîşa Îranê ya li ser radara li Baregeha Asmanî ya Şêx Îsa hatiye astengkirin û ti zirar çênebûye. Washingtonê parast ku êrîşa wê ya tolhildanê ya li ser Girava Qeşmê di çarçoveya "parastina rewa" de hatiye kirin.
Tehranê diyar kir ku ev êrîş wek bersivek li hember îxlalkirina qada asmanî ya Îranê ji aliyê ÎHAyên Emrîkayê ve hatiye kirin û ragihand ku di êrîşa Emrîkayê ya li ser Girava Qeşmê de ti zirar negihîştiye cihên sivîl an binesaziyê.
Bi belavbûna aloziyê li Kendavê, di 18ê Mijdarê de li Behreyn û Kuweytê sîstemên parastina asmanî ketin dewrê û pêşî li êrîşên nû yên ÎHAyan girtin.
Ev zêdebûna aloziyê ya li qadê di demekê de pêk hat ku bi navbeynkariya Umman û Qeterê hewldanên ji bo kêmkirina aloziyê û dîtina zemîna danûstandinên rasterast di navbera Tehran û Washingtonê de berdewam dikirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara Filistîniyên ku li Şerîda Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma îşxalker şehîd bûne gihîştiye 74 hezar û 710 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 176 hezar û 131 kesan.
Hat ragihandin ku êsîrên jin ên Filistînî yên li Girtîgeha Damonê ya rejîma îşxalker, bi hinceta nûvekirina daneyan neçar hatine hiştin ku hicabên xwe derxin û yên ku li ber xwe dane jî hatine derbkirin.
Di dengdana li parlamentoya sîyonîstan (Knesset) de, namzetê bloka bi pêşengiya Gadi Eisenkot, Matan Kahana, bi 66 dengan wek Serokê nû yê Parlamentoyê hat hilbijartin; namzetê Binyamin Netanyahu, Ofir Katz, tenê 52 deng wergirtin.