Netenyahu hêza xwe ya li parlamentoyê winda kir: Hemberên wî serokê nû bijartin
Di dengdana li parlamentoya sîyonîstan (Knesset) de, namzetê bloka bi pêşengiya Gadi Eisenkot, Matan Kahana, bi 66 dengan wek Serokê nû yê Parlamentoyê hat hilbijartin; namzetê Binyamin Netanyahu, Ofir Katz, tenê 52 deng wergirtin.
Di hilbijartina Kahana de, dengên 19 parlamenterên Ereb ên di berjewendiya bloka guherînê de diyarker bûn.
Cepheya Netanyahu ya ku di hilbijartinên 27ê Cotmehê de piraniya parlamentoyê winda kiribû û wezîfeya avakirina hikûmetê di 8ê Mijdarê de ji Eisenkot re hatibû dayîn, bi windakirina Serokatiya Parlamentoyê re hêza xwe ya diyarkirina rojeva qanûnsaziyê jî ji dest da.
Bloka muxalefetê ya ku rêveberiya parlamentoyê girtiye dest; armanc dike ku rêziknameyên darazê paşve bikişîne, ji bo wezîfeya serokwezîriyê sînorê demê deyne û ji bo bûyerên 7ê Cotmeha 2023an komîsyoneke lêpirsînê ya serbixwe ava bike.
Bezalel Smotrich û Itamar Ben-Gvir li hember qezenckirina hilbijartinê ya bi piştgiriya parlamenterên Ereb bertekeke tund nîşan dan.
Nûçe tekez dike ku ev pêşketin di sîyaseta navxweyî ya îşxalker de tenê têkoşîneke desthilatdariyê ye û hatina Kahana yê ku fermandarekî berê yê leşkerî ye û hevrikên wî, ew ê di sîyasetên heyî yên li hember Filistîniyan de guherîneke bingehîn çêneke. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara Filistîniyên ku li Şerîda Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma îşxalker şehîd bûne gihîştiye 74 hezar û 710 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 176 hezar û 131 kesan.
Hat ragihandin ku êsîrên jin ên Filistînî yên li Girtîgeha Damonê ya rejîma îşxalker, bi hinceta nûvekirina daneyan neçar hatine hiştin ku hicabên xwe derxin û yên ku li ber xwe dane jî hatine derbkirin.
Piştî ku Pasdarên Şoreşa Îranê di 17ê Mijdarê de bi balafirên bêmirov radara leşkerî ya Emrîkayê li Behreynê hedef girt, balafirên şer ên Emrîkayê li Girava Qeşmê ya li Tengava Hurmuzê cihê avêtina mûşekan ê Pasdarên Şoreşê bombebaran kir.