Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 74.710 kesan
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara Filistîniyên ku li Şerîda Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma îşxalker şehîd bûne gihîştiye 74 hezar û 710 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 176 hezar û 131 kesan.
Di 24 saetên dawî de 7 Filistîniyên din şehîd bûn û 15 kes jî birîndar bûn.
Hejmara şehîdên li Şerîda Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma îşxalker zêde dibe.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên tenduristiyê yên ku ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê WAFAyê behs kiriye, hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezzeyê hatine kuştin gihîştiye 74 hezar û 710 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 176 hezar û 131 kesan.
Ji 11ê Cotmehê ve ku agirbest dest pê kir, hejmara Filistîniyên ku ji ber êrîş û îxlalkirinên rejîma îşxalker şehîd bûne gihîştiye 1658an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 6 hezaran.
Li gorî agahiyan, piştî agirbestê, hejmara cenazeyên ku ji bin xirbeyan hatine derxistin gihîştiye 850î.
Çavkaniyên tenduristiyê diyar kirin ku gelek şehîd û birîndar hêna jî di bin kavilan de û li ser rêyan in. Hat ragihandin ku ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê ji ber kêmbûna çavkaniyan di gihîştina van kesan de zehmetiyan dikişînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku êsîrên jin ên Filistînî yên li Girtîgeha Damonê ya rejîma îşxalker, bi hinceta nûvekirina daneyan neçar hatine hiştin ku hicabên xwe derxin û yên ku li ber xwe dane jî hatine derbkirin.
Di dengdana li parlamentoya sîyonîstan (Knesset) de, namzetê bloka bi pêşengiya Gadi Eisenkot, Matan Kahana, bi 66 dengan wek Serokê nû yê Parlamentoyê hat hilbijartin; namzetê Binyamin Netanyahu, Ofir Katz, tenê 52 deng wergirtin.
Piştî ku Pasdarên Şoreşa Îranê di 17ê Mijdarê de bi balafirên bêmirov radara leşkerî ya Emrîkayê li Behreynê hedef girt, balafirên şer ên Emrîkayê li Girava Qeşmê ya li Tengava Hurmuzê cihê avêtina mûşekan ê Pasdarên Şoreşê bombebaran kir.