Di navbera Rûsya û Ukraynayê de agirbesteke herêmî dest pê kir
Li Oleshki, li herêma Xerson a Ukraynayê, ji bo gihandina "alîkariya mirovî" agirbesteke herêmî hat ragihandin.
Pîreka Serokê Emrîkayê Donald Trump, Melanîa Trump, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku agirbesteke herêmî di navbera herdu welatan de dest pê kiriye.
Trump got, "Agirbest dest pê kiriye. Agirbesta di navbera Ukrayna û Rûsyayê de di 27ê Cotmehê de saet 4:00ê sibehê bi dema Moskowê ket merîyetê."
Hat diyarkirin ku armanca sereke ya agirbesta herêmî ew bû ku derbasbûna bi ewlehî ya karwanên alîkariya mirovî garantî bibe, û agirbest bajarê Oleshki li herêma Xersonê digire nav xwe.
Tê gotin ku hûrgiliyên derbarê agirbesta herêmî de ji aliyê Serfermandarê Giştî yê Rûsyayê Valery Gerasimov ve hatine piştrastkirin.
Fermandariya Giştî ya Ukraynayê her wiha ragihand ku ew ê di 27ê Cotmehê de saet 03:00an de bi dema Kîevê li "herêmeke diyarkirî" ya herêmê agirbestê îlan bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sebeba dengê teqîna ku li Bexdayê hat bihîstin hat tespîtkirin, li nêzê Herêma Kesk a Bexdayê ÎHAyek hat xistin xwarê.
Tê îddîakirin ku Flávio Bolsonaro, ku di hilbijartinên giştî yên li Brezîlyayê de winda kir, bi malbata xwe re çûye Emrîkayê û amadekariyan dike ku ji rêveberiya Donald Trump penaberiya sîyasî bixwaze.
Çavkaniyek ji Ofîsa Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Alî Zeydî ew ê îro bi şandeke bilind a hikûmetê re bi fermî serdana Şama paytexta Sûrîyeyê bike.