Serokwezîrê Iraqê Zeydî serdana Şamê dike
Çavkaniyek ji Ofîsa Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Alî Zeydî ew ê îro bi şandeke bilind a hikûmetê re bi fermî serdana Şama paytexta Sûrîyeyê bike.
Hat dîyarkirin ku Serokwezîrê Iraqê Zeydî di çarçoveya serdana xwe ya Şamê de ew ê bi Serokkomarê Sûrîyeyê Ahmed Şara re bicive.
Li gorî zanyariyên bi dest ketine, di civînê de wê li ser rewşa têkiliyên dualî yên di navbera Bexda û Şamê, ewlehiya sînor û kontrola sînorê Iraq-Sûrîyeyê, zêdekirina qebareya bazirganiyê û normalîzekirina têkiliyên dîplomatîk û siyasî yên di navbera herdu welatan de nîqaş bên kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tê îddîakirin ku Flávio Bolsonaro, ku di hilbijartinên giştî yên li Brezîlyayê de winda kir, bi malbata xwe re çûye Emrîkayê û amadekariyan dike ku ji rêveberiya Donald Trump penaberiya sîyasî bixwaze.
Li Oleshki, li herêma Xerson a Ukraynayê, ji bo gihandina "alîkariya mirovî" agirbesteke herêmî hat ragihandin.
Her ku hejmartina dengan di hilbijartinên li deverên îşxalkirî yên Filistînê de berdewam dike, bloka ku Serokwezîrê qaşo Binyamîn Netanyahu, li gorî encamên destpêkê di pêşengiya reqîbên xwe de ye.