Di nav rojekî de 72 şehîd: Li Xezzeyê qetlîam û qirkirin berdewam dike

Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî sîvîlên ku li noqteya belavkirina alîkarîyabûn hat lidarxistin de 72 Filistînîyên dinê jî şehîd bûn. Van êrîşan, piştî agirbestê wek berdewamîya qetlîaman tê binavkirin.
Rejima sîyonîst wehşetên xwe yên li dijî Xezzeyê didomîne.
Îşxalkeran, doh li çar alîyê Xezzeyê bombeyan û topan avêtin, di encamê de herî kêm 72 kesan şehîd kirin.
Di navbera şehîdan de pîrek, zarok, doxtorek û sîvîlên ku li hêvîya alîkarîyêbûn hene.
Li gorî agahîyên ku ji Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê ve hat bidestxistin, hinek şehîd li navenda belavkirina alîkarîyê hatin şehîdkirin.
Çavkanîyên Nexweşxaneya El-Avdeyê, diyar kir ku di êrîşa li dijî Filistînîyên ku li başûrê Gelîyê Xezzeyê li hêvîya alîkarîyêbûn hat lidarxistin de sîvîlekî şehîd bû, 5 kes jî birîndar bûn.
Îşxalkeran xebatkarên tenduristîyê jî hedef girtin.
Yek ji êrîşên herî dijwar, li herêma Mewasîya rojavaya Xan Yûnisê hat lidarxistin.
Li vê derê jî di êrîşa îşxalkeran de doxtorekî Filisîtnî û xwarzê wî şehîd bûn.
Êrîşên ku têne kirin piranîya wan li dijî sîvîlan û nuqteyên belavkirina alîkarîyê têne lidarxistin, ev jî balan dikşîne ser xwe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşeke bi wesayîteke bombebarkirî de li parêzgeha Xayber Paktûnxwa ya Pakistanê 13 kes hatin kuştin û 29 kes jî birîndar bûn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 56 hezar û 412an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 133 hezar û 54 kesan.
Tûgayên Qessam ên baskê leşkerî yê Hamasê ragihand ku wan bi mûşekên dijî-tank ên "Yasin 105" li çar wesayîtên zirxî yên avahîsaziyê yên aîdî artêşa îşxalker xistine û di wesayîtan de agir derketiye.
Pitikê bi navê Hanî, ku dema ew tenê çar mehî bû, mala wî di êrîşa sîyonîstan de li Xezzeyê wêran bû, lingê wî qut bû û laşê wî bi şarapnelê tijî bû. Dayika wî ji bona ku pitika wê nemire daxwaza tahliyekirina tenduristî ya bilez dike.