Di nav 24 seatên dawîn de li Şerîaya Rojavayê 15 çalakîyên berxwedanê hatin lidarxistin

Li Şerîaya Rojava berxwedana li dijî îşxalkeran berdewam dike. Di 24 saetên dawî de di 15 xwepêşandanên cuda de siyonîstek hat kuştin û çar leşker jî birîndar bûn.
Navenda Agahdariyê ya Filistînî "Ma'ta" ragihand ku di nav 24 saetên dawî de li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî 15 çalakiyên berxwedanê yên cuda pêk hatine. Di encama van çalakiyan de, yek ji parêzvanên ewlehiyê yên sîyonîst hatiye kuştin û çar kesên dinê jî birîndar bûne.
Di çalakîyeke bi kêr û çekê li nêzîkî wargeha Gush Etzionê hat lidarxistin de, qaşo parêzvanekî ewlehiyê hat kuştin.
Li gundê Rumana yê nêzîkî Cenînê, leşkerekî îşxalker bi kêrê birîndar bû. Ciwanên Filistînî li navçeya Turmusayya ya Ramallahê û li navçeyên Huwwara û Masudiye yên Nablusê jî li dijî niştecihên wargehê li ber xwe dan.
Şer û pevçûn li Kampa Penaberan a Dehîşeh li Beytlahîmê, Kampa Penaberan a Qalandiya li Qudsê, Turmusayya li Ramallahê, Mesudiye li Nablusê û bajarokên Halhul û Surif li El Xelîlê giran bûn. Li van deveran car caran di navbera ciwanan û hêzên îşxalker de pevçûnên tund derdikevin.
Gelê Şerîaya Rojava li dijî zilm û zordariya îşxalê ya berdewam, her ku diçe li ber xwe dide. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çeteyên çekdar ên Cihûyî êrîşî bajarokê Sincilê yê li bakurê Ramallahê kirin û du Filistînîyên 23 salî kuştin. Kenê li ser rûyê Mihemed El Şelbî, ku cenazeyê wî piştî çend seatan hate dîtin, berxwedana adil a gelê Filistînê nîşan da.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî, got ku bernameya wan a nukleerî armancekî aştîyane di nav xwe de dihewîne û di çarçoveya Peymana Pêşgirtina Belavbûna Çekên Nukleerî (NPT) de tê meşandin.
Balafirên herbê yên sîyonîstan li bakur, orte û başûrê Xezzeyê êrîşên asîmanî pêk anîtin. Di encama van êrîşan de herî kêm 48 kes şehîd bûn. Îşxalkeran di vê êrîşê de çadiran, herêmên ku sîvîl lê dicivin û xanîyan hedef girt.
Baranên musonê ku li Pakistanê dibare bû sedema lehîyê, di encama lehîyê de heta niha 98 kes mirin, birîndar jî gihîştin 185 kesan.