Di kemînên alîkarîyê ya li Xezzeyê de hejmarê şehîdan derket 516 kesan

Di qetlîama rejima îşxalker a ku li navenda belavkirina qaşo ya bi piştgirîya Emrîkayê hatîye vekirin de, hejmarê şehîdan gihaştîye 516 kesan.
Ofîsa Çapemenîya Hikûmeta Şerîda Xezzeyê, daxuyand ku hejmarê şehîdên Filistînîyên ku li Xezzeyê diçin navenda belavkirina alîkarîyan û li wê derê dûçarê kemînan dibin derketîye 516 kesan.
Ofîs, di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku hejmarê birîndaran gihaşt hezar û 799 kesan, 39 kes jî hêna winda ne.
Rejima îşxalker a sîyonîst di rojên dawîn de li Refahê û li Xezzeyê noqteyên belavkirina alîkarîyan dike hedef, di encama hedefgirtinê de bi dehan mirovan şehîd kir û bi sedan jî birîndar kir.
Rejima sîyonîst, ji 7ê Cotmehê vir ve hemû bangên alîkarîyê û sekinandina êrîşan ên navneteweyî paşgoh dike û li Xezzeyê herba qirkirinê didomîne.
Ev qirkirina ku tê kirin bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna 180 hezar Filistînîyan, ji 11 hezarî zêdetir Filistînî jî birîndar bûn. Ji ber sedema êrîşên îşxalkeran bi sedhezaran mirov jî ji cîhê xwe bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tehranê ji Emrîkayê xwest ku zirarên êrîşan tezmîn bike.
3 sîxûrên Mossadê ku hatin tespîtkirin bi rejima îşxalker re di nav têkilîyê de ne hatin îdamkirin.
Gelê Îranê li Tehrana paytext, zefera ku li hember êrîşên rejima îşxalker û Emrîkayê hatîye bidestxistin pîroz dikin.