Di êrîşa rejîma kujer de 7 şehîd: Malbateke din hat qetilkirin

Di encama êrîşên hewayî yên rejîma sîyonîst de, li navenda bajarê Xezeyê û Refahê 7 sivîl şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn. Di nav şehîdan de hemû endamên malbateke ji pênc kesan in.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, balafirên şer ên rejîma sîyonîst li taxa El-Sabîrayê ya Xezzeyê konê ku penaberên sivîl lê diman hedef girtin.
Malbata Talib a ji pênc kesan pêk dihat ku di kon de bûn, rastî êrîşa hewayî hatin û endamên malbatê Peker Ehmed Fuday, jina wî Hind û zarokên wan Ehmed, Hemze û Ebdulezîz Talib şehîd bûn.
Di heman demê de, droneke rejîma sîyonîst êrîşî taxa El-Tuffah a Xezzeyê kir. Di encama vê êrîşê de sivîlekî din ê li Xûtaya Rojhilat şehîd bû.
Di demekê de ku êrîşên dijwar li taxa Şucayiye li rojhilatê Xezzeyê berdewam dikin, rejîma sîyonîst niha ji behrê ve jî êrîşan dest pê kiriye.
Keştiyên şer ên aîdî rejîma siyonîst li peravên Refahê bi giranî deverên sivîlan gulebaran kirin. Di encama vê êrîşê de, welatiyekî Filistînî bi navê Mihemed Seîd el-Berdewîl şehîd bû.
Piştî êrîşan, di êrîşeke din a topxaneyê de li ser herêma El-Mewasî ya li Refahê du sivîl birîndar bûn.
Êrîşên rejîma siyonîst li ser Xezeyê bênavber berdewam dikin û qurbaniyên sivîl li herêmê roj bi roj zêde dibin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 810an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 119 hezar û 473 kesan.
Di van rojên dawîn de li ser hîsabên medayaya civakî bangên “Vê Havînê Coca-Cola û Pepsîyê Boykot Bikin” zêde bûne. Komên aktîvîstî, bi armanca piştgirîya li hember qirkirina li Xezzeyê pêşnîyar dikin ku bila van hilberînan bêne boykotkirin.
Komîteya Rakirina Ji Holê ya Cudahîya Nîjadî ya Neteweyên Yekbûyî, daxuyand ku ji ber dawîbûna stokên xwarinê, hilweşîna binesazîyê û êrîşên leşkerî yên li Xezzeyê sîvîl, bi xela, nexweşîn û mirinên ji nişkav de re rûbirû mane.
Li bajara Koyeşta wîlayeta Luristanê mirovekî ji bona ku xerabûna di bîrê de çêbûye temîr bike ket nav bîrê û dûre 7 xizmên wî jî li pey wî ketin nav bîrê, hat îfadekirin ku mirovan ji ber kêmasîya oksîjenê canê xwe ji dest dane. Û mirovên ku canê xwe ji dest dane jî xizmên hev in.