Daxuyaniya hevbeş a Lûtkeya BRICS: Divê îsraîl ji hemû axên Filistînî vekişe

Di daxuyaniya hevbeş a civîna BRICSê de hat diyarkirin ku divê hêzên işxalker bi tevahî ji Xezzeyê û hemû axên Filistînî yên îşxalkirî vekişin û divê li Xezzeyê agirbestek bê şert û merc bê damezrandin.
17emîn Lûtkeya Serokên BRICSê, ku ji teref serokê demkî yê Brezîlyayê ve tê lidarxistin, li Rio de Janeiro dest pê kir.
Di daxuyaniya hevbeş de, tekez li ser vê yekê hat kirin ku "Xezzeyê beşek ji Filîstînê ye ku nayê veqetandin" û agirbestek tavilê, daîmî û bê şert û merc hat xwestin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê hêzên rejîma sîyonîst ji hemû axên îşxalkirî yên Filistînê vekişin û hat destnîşankirin ku divê Şerîaya Rojava û Xezze bibin yek û piştgirî ji dewleteke serbixwe ya Filistînê re bê dayîn.
Her wiha got ku ew "Ji ber êrîşên berdewam ên îsraîlê li ser Xezzeyê û astengkirina alîkariya mirovî pir nîgeran in."
Di daxuyaniya hevbeş a BRICSê de hat gotin ku rakirina mueyîdeyên yekalî yên li dijî Sûriyeyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin, îşxalkirina axa Sûrîyeyê ji teref rejîma sîyonîst ve li dijî hiqûqa navneteweyî ye û divê ew tavilê ji Sûrîyeyê vekişin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îro sibê li Qudsa îşxalkirî, Cihûyan, di bin parastina polêsan de, êrîşî Mizgefta Mescîdî Eqsayê kirin. Sîyonîstan li tirbeya pîroz stranên bi dengekî bilind gotin û reqsên Talmudî pêşkêş kirin.
Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam Ebû Ubeyde, piştî kemîna tevlîhev a ku li bakurê Xan Yûnsiê hat lidarxistin daxuyanî da û bal kişand ku ew ê artêşa îşxalê her roj zayîdên giran bide, “Ew bi zorê leşkerên xwe ji cehennemê xelas kirin lê wê carekî dinê wek êsîran bikevin destê me.”
Ajansa Îskan û Alîkarîya Penaberên Filistînê yê Neteweyên Yekbûyê (UNRWA), ji bo Xezzeya ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve êrîşên rejima îşxalker berdewam dike banga “niha agirbest”ê kir.
Li Kenyayê, ji ber salvegera 35emîn a xwepêşandanên “Saba Saba” ya di sala 1990an de pêk hatibû, protesto hatin lidarxistin, di encama wê protestoyê de 10 kes mirin, 29 kes jî birîndar bûn.