Berdevka Hikûmeta Îranê Munaciranî rewşa dawî ya şerê 12 rojan eşkere kir

Fatma Muhaciranî got, "Tesîsên me yên nukleerî zirareke cîddî dîtine, lê hêna jî ji bo danûstandinan dîrokek nehatiye destnîşankirin. Dibe ku ev yek di demek nêzîk de çênebe."
Berdevka Hikûmeta Îranê di civîna çapemeniyê ya heftane de weha got:
Derket holê ku dijmin gelê Îranê nas nake
Muhaciranî got, "Wekî gelekî ku baweriya xwe bi gihîştina Xwedê bi rêya şehadetê tîne, me di vî şerî de destkeftiyên mezin bi dest xistin. Me hem êrîş kir û hem jî rastî êrîşê hatin, lê ji ber ku me hesta yekîtiya neteweyî vejand û li dijî dijmin şer kir em serketî bûn. Dijmin difikirî ku ew ê gel derxin kolanan, lê derket holê ku ew Îranîyan nas nakin."
Ziyanên ji ber êrîşan
Berdevka hikûmetê diyar kir ku li gorî daneyên saziya tib a edlî, di encama êrîşan de 935 kes şehîd bûne, ku ji wan jî 140 kes jin û zarok in.
Hinek bûyer hebûn ku tê de 12 endamên malbatekî şehîd bûn.
Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê, 5646 kesên birîndar serî li nexweşxaneyan dane. Xizmet ji bo van kesên birîndar ji kapasîteya normal a nexweşxaneyan zêdetir hatiye dayîn.
Herwiha, di êrîşan de 11 ambulans hatin wêrankirin, 9 karmendên tenduristiyê û 5 rayedarên Heyva Sor şehîd bûn.
Nirxandina rewşa NPTê
Muhaciranî di dawîya daxuyanîya xwe de weha got:
"Li gorî prensîbên NPT, divê ev êrîş bi zelalî were şermezarkirin. Di heman demê de, di çarçoveya NPT de, heqê me heye ku em hevkariyê rawestînin û em dikarin bi xwe jî vê yekê ragihînin. Ger ev mijar bibe qanûn, em ê li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî biryaran bidin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 130an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 135 hezar û 173 kesan.
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Libnanê Naîm Qasim dereheqê zextên bêçekkirinê ya li Libnanê de axivî û hem ji sîyonîstan re hem jî ji Emrîkayê re meydan xwar. Qasim, “Emê teslîm nebin, dev ji pêximkerîyên xwe bernedin”.
Cihûyîyên sîyonîstên îşxalker, li gundê Arab el-Melîhaya bakurê A’rîhayê bi zorê dest danîn li ser malekî û 60 mêşinan jî dizîn. Di dema êrîşa ku di bin parastina leşkerên îşxalkeran de hat kirin de ji bo gelê gund jî qedexeya derketina derveyê derve anît.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), şehîdkirina sê berxwedêrên ku bi pevguhertina êsîran a “Ji bo Wefayê Azadî” hatibûn serbesthiştin şermezar kir, bal kişand ku îşxalkeran wê nikaribin dengê berxwedanê qut bikin.