Berdevkê Serîyyeyên Qudsê Ebu Hamza: Micahîdên me ji leşkerên dijmin re zayîatên mezin dan

Berdevkê Serîyyeyên Qudsê ya baskên leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî Ebu Hamza, diyar kir ku ew li Xezzeyê di encama micadeleyên ku dane de gelek leşkerên dijmin kuştine.
Berdevkê Serîyyeyên Qudsê Ebu Hamza li ser Telegramê daxuyanîyek parve kir, di daxuyanîya xwe de derheqê bersivên ku ji rejîma îşxalker re ku ew bû 60 roj e li Xezzeyê qetliaman bikartîne re didin de agahîyan da.
Ebu Hamza di daxuyanîya xwe de weha got:
“Weşanên ku di medyayê de derheqê qehrematîyên Tûgayên Qudsê de hatine belavkirin, hêj hinekê hazirîyên me yên ku ji rejîma îşxalker re amade kirîye ne, pevçûn, pusulaya me û qeweta me di her herêmê de di cîhê xwe de ye. Çîmkî li ser rûyê erdê me ji bona wan xeyn ji kuştin, bêtesîrkirin û tirsê tiştekî dine tuneye. Û wê di dawîn de jî tu çareyekî dijmin ew ê nemîne û bi îzna Xwedê wê axên me terk bike.
Em ji xelkê xwe re ewlehîyê didin ku Serîyyeyên Qudsê û berxwedan, hêna jî rewşa wan gelek baş e û micahîdên me jî, di herêmên herbê de ji bona ku dijmin û wan artêşa tankê beqewirîne bi tevî alîkarîya Xwedê û qeweta xwe amade ye.
Seatên pêşîya me ew ê ji qehremantîyên zêde, pevçûn û îmhebûna wesayîtên îşxalê re zêdetir şahidîyê bike.
Zefer encax ê Xwedayê Ezîz û Kerîm e.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ebdulmelîk Hûsî, rêberê "Ensarullah" a Yemenê, ragihand ku Emrîka û rejîma îşxalker di warê çareserkirina pirsgirêka leşkerî ya Yemenê de têk çûne, û tekez kir ku pêşanîya wan piştgirîkirina gelê Filistînî li Xezzeyê ye.
Balafireke ambulansê ya biçûk ku şeş kes tê de bûn, dema ku ji navenda Şîlî ber bi bakurê wî welatî ve diçû, ket xwarê, lê nehat ragihandin ku kesek sax filitî ye.
Baskê leşkerî yê HAMASê, Tugayên Îzzeddîn el-Qessam ragihand ku wan doh di operasyonên li Refahê de du yekîneyên artêşa îşxalker hedef girtine û di encamê de 19 leşker mirine û birîndar bûne.
OCHA ragihand ku çeteyên Cihûyan di sê hefteyên dawî de 13 caran êrîşî Filistînîyên li Şerîaya Rojava kirine, çar Filistînî birîndar bûne, du malbat bi zorê ji cihên xwe hatine derxistin û pênc zarok jî hatine revandin.