Belçîka ji têketina îşxalkeran a ji nav welat re wê qedexeyê bîne

Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo weha got, “Ew ê şênîyên li Şerîaya Rojavayê ji têketina Beljîkayê re bên menkirin.”
Li Şerîa Rojavayê siyonîstên aşîrî hatibûn bicîhkirin û wê ji vê û pê ve Belçîka nehêle ku siyonîstên aşîrî biçin Belçîkayê.
Ji teref Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo daxuyanîyek hat belavkirin.
De croo di konferansekî de axivî û diyar kir heger em wek Ewrûpayê dixwazin ku emîn û pê bawer bibin, di heyama ku li Xezzeyê însanên masûm têne kuştin, lazim e ku em dengê xwe derbirxînin û ji bo vê yekê siyonîstên aşîrî yên ku dûre hatine bicîhkirin wê têketina wan ji Belçîkayê re qedexe be.
De croo weha got: “Wê helbet encamên kuştin û qetlîama sivîlan hebe. Em ê di warê mueyyîdeyên li ser siyonîstan jî bang bikin û ji bo welatên din ên Ewrûpayê ku di vî warî de têkevin hereketê jî teşwîqên xwe dewam bikin.”
Serokatiya Rêveberiya Yekîtiya Ewrûpayê di 1ê çileya sala 2024an de wê li Belçîkayê bicivin û di vî warî de wê li gor texmîna De Croo di vê civînê de yek ji navê ku wê têkeve pêş yek be. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 760an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 119 hezar û 264 kesan.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li bakur-rojhilatê Nîjeryayê zêdetirî 600 hezar zarok di bin talûkeya birçîbûnîyê de ne.
Wekîlê Serokwezîrê Pakistanê û Wezîrê Derve Îshak Dar ragihand ku piştî êrîşa Hindistanê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan şevê bi wî re telefon kiriye û hevxemiya xwe ya ji bo Pakistanê anî ziman.
Ji ber bombebarana firokeyên şer ên rejîma sîyonîst li xwaringehek û bazarek li navçeya El-Rîmal a rojavayê bajarê Xezzeyê, herî kêm 32 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.