Balafirên herbê yên Hîndistan û Pakistanê hatin hemberî hev

Hat îfadekirin ku Pakistanê ji balafirên ji tîpa Rafaleyên aîdê Hîndistanê ku li herêma Keşmîra Pakistanê difirîyan re bersivê da.
4 balafirên herbê yên ji tîpa Rafaleya aîdê Hêzên Hewa yê Hîndistanê (IAF), di sehaya hewa ya Keşmîrê de firînên dewrîyeyê kirin.
Hat dîyarkirin ku balafirên herbê yên aîdê Hêzên Hewa ya Pakistanê (PAF) jî “Tevgera unsurên Hîndî hatin tespîtkirin û bi lez û bez di wextê de bersiv hat dayîn.” dûre jî balafirên Hîndistanê ji herêmên vekişîyan.
Hat daxuyandin ku PAF ji bona ku ji “Êrîşdarîya Hîndistanê” re bersivekî bide “bi temamî amade ye û destê wî li ser çekê wî ye”
Di 22yê Nîsanê de ji herêma Pahalgama Keşmîrê ku di bin îdareya Hîndistanê ye re bi çekan êrîş hatibû kirin û di encama wê êrîşê de jî 26 kesan canê xwe ji dest dabûn, gelek kes jî birîndar bûbûn.
Hîndistanê îddîa dike ku mirovên ku êrîşê pêk anîtine ji “Pakistanê hatine” û bi vê şeklê “Peymana Avên Îndus” rawestand û misteşarê Pakistanî ya ku li Delhîya Nû wezîfedar e xwest ku bial di nav hefteyekî de welat terk bike, di heman demê de vîzeyên welatîyên Pakistanê jî rawestand, hemû vîzeyên ku berê dane jî betal kirine.
Pakistanê jî sûcan red kiribû û ji hejmara personelên dîplomatîk a Hîndistanê ku li îslamabadê ye re sînor anît û îlan kiribû ku li gorî “Peymana Avên Îndus”ê hereket neyê kirin û midexele li çeman bê kirin “sebeba herbê” ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 418an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 118 hezar û 91 kesan.
Karwana Hêviyê ji bo vekirina Navenda Diyalîzê ya Hind El Duğma, ku ji ber rejîma dagirker bêkêr bûbû, dest bi xebatên temîrkirinê kir.
Li Fîlîpînanê pênc wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de şeş jê zarok 12 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku agirê daristanan ê ku li herêma çiyayî ya Qudsa îşxalkirî derketiye hêna jî nehatiye kontrolkirin.