Artêşa Pakistanê: Di êrîşên Hîndistanê de 26 sivîl mirin, 46 kes jî birîndar bûn

Artêşa Pakistanê got ku di êrîşên asmanî yên Hindistanê de herî kêm 26 sîvîl hatine kuştin û 46 jî birîndar bûne.
Rêveberê Giştî yê Têkiliyên Giştî yê Hêzên Çekdar ên Pakistanê, General Ehmed Şerîf Çodxrî, got ku êrîşan cîhên sivîlan kirin hedef û di nav de jin û zarok jî hene gelek sîvîl canê xwe ji dest dan.
Artêşa Pakistanê ragihand ku di bersiva êrîşan de pênc balafirên şer ên Hindistanê xistine xwarê.
Hindistanê got ku êrîş wekî heyfstandinê ji bo êrîşa 22ê Nîsanê li herêma Keşmîrê ya di bin kontrola Hindistanê de bû ku tê de 26 geştiyarên Hindû hatin kuştin, û hedef binesaziyên terorîstan bûn. Lêbelê, Pakistanê got ku cîhên ku hatine hedefgirtin, cîhên ku sivîlan lê dijîn bûn û êrîş li dijî qanûna navneteweyî bûn.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres bang li aliyan kir ku xweragir bin û tekez kir ku divê rageşiya di navbera her du welatên xwedî çekên navokî de zêdetir nebe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 810an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 119 hezar û 473 kesan.
Di van rojên dawîn de li ser hîsabên medayaya civakî bangên “Vê Havînê Coca-Cola û Pepsîyê Boykot Bikin” zêde bûne. Komên aktîvîstî, bi armanca piştgirîya li hember qirkirina li Xezzeyê pêşnîyar dikin ku bila van hilberînan bêne boykotkirin.
Komîteya Rakirina Ji Holê ya Cudahîya Nîjadî ya Neteweyên Yekbûyî, daxuyand ku ji ber dawîbûna stokên xwarinê, hilweşîna binesazîyê û êrîşên leşkerî yên li Xezzeyê sîvîl, bi xela, nexweşîn û mirinên ji nişkav de re rûbirû mane.
Li bajara Koyeşta wîlayeta Luristanê mirovekî ji bona ku xerabûna di bîrê de çêbûye temîr bike ket nav bîrê û dûre 7 xizmên wî jî li pey wî ketin nav bîrê, hat îfadekirin ku mirovan ji ber kêmasîya oksîjenê canê xwe ji dest dane. Û mirovên ku canê xwe ji dest dane jî xizmên hev in.