Araqçî: Îtimada ji Neteweyên Yekbûyî re tê kirin ji holê rabû
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçî, destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî ti demînkirina ewlehî û aştîya navneteweyî de bêtesîr maye, îtimada ku ji Neteweyên Yekbûyî re tê kirin ji holê rabûye.
Araqçî li New Yorka ku ji bo beşdarbûna Sazîya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe hatibû daxuyanîyan da.
Araqçî destnîşan kir ku hinek welat hene ku mafê hemî tiştên ku dixwazin dikarin bikin di xwe de dibînin û got, “Li ber rejima wek rejima sîyonîst a ku sûc bikartîne, ji bo hemî tiştên ku dixwaze bikaribe bike qadekî bi temamî serbest heye.”
Abbas Araqçî, destnîşan kir ku welatên Rojavayî û Ewrûpayî li hember tiştên ku diqewimin bêdeng mane, ji alîyê van welatan ve şermezarkirineke ciddî jî nehatîye rojevê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa hewayî ya balafirên Erebistana Siûdî ya li ser bajarê bendera Muha yê Yemenê de şeş kes hatin kuştin û heşt kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di êrîşên hêzên îşxalker de hejmara şehîdan gihîştiye 73 hezar û 919 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 977 kesan. Di 24 saetên dawî de 5 Filistînî şehîd bûn û 25 jî birîndar bûn.
Rejîma sîyonîst îşxalkerî û çalakiyên xwe yên leşkerî li Quneytre, Dera û gundewarên Şamê li başûrê Sûrîyeyê didomîne. Di demên dawî de, hêzek ji nêzîkî 10 wesayîtan derbasî gundewarên Quneytre bûn, xalek kontrolê danîn û di heman demê de top û çekên giran avêtin ser wargehên rojavayê Derayê.
Li wîlayetaên Sîstan û Belucistana Îranê êrîşên çekdarî hatin kirin, di encamê de polêsek canê xwe ji dest da, sê polês jî birîndar bûn.