Araqçî: Têkiliyên me bi navbeynkaran re ew ê berdewam bikin
Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî ragihand ku ji bo kêmkirina aloziyên herêmî û bi bandor bikaranîna rêyên dîplomatîk, têkiliyên bi navbeynkarên navneteweyî re bênavber ew ê berdewam bikin.
Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku hêzên parastinê yên Îranê ji bo hemû senaryoyan amade ne, di heman demê de tekez kir ku ew ê şansek ji bo teşebûsên dîplomatîk were dayîn.
Araqçî di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku hêzên çekdar ên welat amade ne ku ewlehiya sînor biparêzin û bersiva tehdîdên potansiyel bidin. Wî destnîşan kir ku li kêleka astengkirina leşkerî, hewldanên dîplomatîk jî didomin, û têkiliyên bi navbeynkarên navneteweyî re berdewam dikin, û pêşniyarên ji bo çareserkirina krîzên heyî têne nirxandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Êtîman alîkariyên êtîm ên meha Cotmehê gihand zarokên êtîm ên li Êtîmxaneya Fesîh Guler Xoce ya li Bangladeşê û yên li herêmê dijîn.
Li herêma Toledo ya Spanyayê, ji ber lihevketina du trênên bilez, şêst û çar kes mirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn. Ji ber qezayê, seferên trênên bilez ên di navbera Madrîd û Endulusê de hatin sekinandin.
Li gorî Axiosê, ku îşaret bi rayedarên Amerîkî û sîyonîst dike, Emrîka û rejîma îşxalker plan dikin ku eger danûstandinên dîplomatîk bi ser nekevin, piştî hilbijartinên navîn ên Emrîkayê yên di Mijdarê de dest pê bike êrîşê Îranê bikin.
Wezareta Parastinê ya Efxenistanê ragihand ku wan di bersiva êrîşên bêmirov ên ku ji hêla Pakistanê ve hatine kirin de çeperên leşkerî kirine hedef.