46.000 zarokên Filistînî li Şerîaya Rojava digel koçberî û tundûtûjiyê vegerîyan dibistanê

Digel koçberkirina bi darê zorê û tundûtûjiya zêde li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî, 46.000 zarokên penaber sala nû ya xwendinê li dibistanên UNRWAyê dest pê kirin.
Roland Friedrich, rêveberê UNRWA ya li Şerîaya Rojavayê ragihand ku nêzîkî 46.000 zarokên penaber ên Filistînî li dibistanên UNRWA yên li giştîyê Şerîaya Rojavayê dest bi sala nû ya xwendinê kirine.
Di daxuyanîyeke li ser platforma medyaya civakî de, Friedrich diyar kir ku dibistanên UNRWA ji bo zarokan cîhek fêrbûnê ya ewle peyda dikin û digel şert û mercên dijwar perwerdehiyek bi kalîte û piştgiriya psîkososyal peyda dikin. Lêbelê, wî bal kişand ku şert û mercên heyî ji bo xwendekar û mamosteyan dijwariyek girîng in.
Friedrich destnîşan kir ku dibistanên UNRWA yên li Kampa Penaberan a Cenînê, ku par perwerde lê dihat dayîn, îsal ji ber koçberkirina bi darê zorê ya xwendekaran bêdeng mane. Di heyama dawî de tenê ji bakurê Şerîaya Rojavaya zêdetirî 30.000 Filistînî koçber bûne, ku sêyeka vê hejmarê zarok pêk tînin.
Di heman demê de, li Rojhilatê Qudsê, di Gulana borî de, îşxalkerên UNRWA şeş dibistan bi zorê girtin, û ji bo cara yekem di dîroka saziyê de rê li ber vebûna wan girtin. Vê rewşê rasterast tesîr li ser perwerdehiya nêzîkî 800 zarokan kir, ku gelek ji wan nekarîn li dibistanên alternatîf qeyd bibin.
Friedrich destnîşan kir ku ev kiryar ne tenê mafê perwerdehiyê yê zarokên penaberên Filistînî desteser dikin, lê di heman demê de îxlalkirina wezîfeyên rejîma îşxalker wekî endamek NY ne.
Friedrich destnîşan kir ku UNRWA piştî Desthilata Filistînê duyemîn dabînkerê perwerdehiyê yê herî mezin li Şerîaya Rojava ye û bi bîr xist ku ev sazî bi rêya dibistan, navendên perwerdehiya pîşeyî û derfetên fêrbûna hîbrîd piştgiriyê dide xwendekaran.
Di dawiyê de, wî bal kişand ku berxwedana xwendekar û mamosteyên Filistînî digel hemû zehmetîyan jî pir girîng e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Aktîvîstên ji Tirkîyeyê beşdarî Fîloya Sumudê bûn diyar kirin ku armanca wan a ewil şikandina dorpêça li ser Xezzeyê ye û bal kişandin ku ew bi biryar in ku bigihîjin armanca xwe.
Li Şama paytexta Sûrîyeyê, di baregehekî leşkerî yê ku li nêzê Balafirgeha Navneteweyî ye de teqînek pêk hat. Derheqê sedema teqînê de hêj daxuyanîyeke fermî nehat dayîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, êrîşa ku li Behra Karayîpê li dar xist û di encamê de 11 kes mirin wek “micadeleya bi tiryakê re” nîşan da. Encax bireveberîya Caracasê, bal dikşîne ku armanca Washingtonê çavkanîyên nefta dewlemend a Venezuelayê ye.
Ensarûllahê Yemenê operasyonên xwe yên li dijî rejîma terorê dewam dike. Ensarûllahê li dijî çar cîhên mûhîm ên sîyonîstan û keştîyeke Emrîkayê operasyon li darxist.